Çavuşoglu: Divê Hewlêr û Silêmaniye jî di nava vî karî de bin

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku ew li gel Iraqê di heman baweriyê de ne ku PKK ne tenê ji Şingalê ji hemû axa Iraqê bê derxistin û got, “Ne tenê Bexda divê Hewlêr û Silêmaniye jî di nava vî karî de bin.”

 

Şandeke Iraqî ku ji Wezîrê Navxwe Muhammed Elî el-Hekîm, Wezîrê Berevaniyê Necah eş-Şammarî, Wezîrê Îstîxbarata Niştimanî Mustafa el-Kazimî û berpirsên din pêk dihat îro serdana Enqereya paytexta Tirkiyê kir û li gel şanda ku ji Wezîrê Derve Mevlut Çavuşoglu, Serokê Îstîxbarata Netewî (MÎT) Hakan Fîdan û Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar pêk dihat, civînek pêk anî.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî civîna li gel şanda Iraqî, koferanseke rojnamevaniyê pêk anî.

 

Komîteyeke hevbeş tê avakirin

 

Mevlut Çavuşoglu amaje bi wê kir ku di civînê de wan li ser têkoşîna li dijî DAIŞ û rêxistinên din ên terorî gotûbêj kirine û got: “Me derfetek dît ku bê ka em dê li gel hev li dijî terorê çi bikin. Me biryara avakirina komîteyekê da ku dê di asta cîgiran de be. Di vê mijarê de hevdîtinên teknîkî dê bên kirin. Piştre em dê civîneke din jî di vê formatê de pêk bînin.”

 

Çavuşoglu di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew û aliyê Iraqî li ser derxistina PKKê ji Iraqê di heman baweriyê de ne û got: “PKK, ne tenê ji Şingalê, pêwîst e ji hemû Iraqê bê derxistin û ne tenê Bexda divê Hewlêr û Silêmaniye jî di nava vî karî de bin. Di daxuyaniya dawîn a Hewlêrê de hat diyarkirin ku divê PKK ji hemû Iraqê derkeve. PKK, li Iraqê li herêmên Kurdan bicih bûye û li ser partiyên siyasî û kurdên wan deveran jî zextan dike.”

 

Erdogan diçe Iraqê

 

Çavuşoglu diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di mehên dawiyê yên îsal de dê serdana Iraqê bike.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê li ser krîza li Derya Spî jî got, “Mafê Tirkiyê ye ku li wan herêmên di bin serweriya wê de ne xebat û legerînên neftê encam bide.”