Civîna UNESCO li Tirkiyê û banga bo parastina Sûr a Amedê

10-07-2016
RÛDAW
Nîşan UNESCO Stenbol Tirkiye Sûr a Amedê Qers
A+ A-

Stenbol  (Rûdaw) - Civîna 40mîn a Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO’yê li Stenbolê dest pê kir. Civîn di bin çavdêriya serokatiya Tirkiye de hatiye lidarxistin û dê li ser gelek cîh û warên dîrokî ku di bin xetereyê de ne guftugoyan bike û lîsteya xwe nûjen bike.

 

Komîteya Mîrateyên Cîhanê ku sereketirîn xebata UNESCO’yê ye bi hinceta ku rewşa şûwarî û mîrateyên cîhanê binirxîne, îro li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê civiya.

 

Civîn dê 10 rojan berdewam be û dê mêvandariya 2 hezar kesên ji welatên endamê UNESCO’yê  bike. Beriya ku komite bicive, Europa Nostra bi nameyekê xwest ku rewşa Sûr a Amedê jî di nava rojeva komîteyê de bê goncivandin.

 

Serokê Komîteya Netewî ya Unesco yê Tirkiye Prof. Öcal Oğû derbarê sazkirina civîna UNESCOyê li Tirkiyê de ji Rûdawê re got: “Civîna komîteyê ya li Stenbolê tê wê wateyê ku Tirkiye pîvan krîterên Unescoyê di nava xwe de baş digoncîne. Nîşaneya wê yekê ye ku Tirkiye di warê parastin û nûjenkirinê de gihîştiye asteke baş. Ev civîn di heman demê de nîşaneya hevkariyeke baş e di navbera Tirkiye û Unesco de. Helbet di warê parastina mîrateyan de hin kêmasî çêdibin lê bi ya min emê bigîhjin asta herî baş.”

 

Di rojeva komîteyê de nûjenkirina lîsteya mîrateyan, nûjenkirina lîsteya demkî û rewşa  mîrateyên ku di bine xeterê de ne, heye.

 

Di halê hazir de 1031 cîh û warên dîrokî û xwezayî di nava lîsteya mîrateyên cîhanê de cih digirin. Ji van 156 di binê xetera şer û xeterên din de ne. Dê komite li ser rewş, parastin û dahatuya van cihan plansaziyekê derxe.

 

Koordînatorê Forûma Civanan a Unesco Doç. Dr. Cenk Hamamcioglû jî li ser civîna Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya ser bi UNESCOyê ve ji Rûdawê re axivî û wiha da xuyakirin:

 

“Pir girîng e ku ev komîte li vir dicive. Tirikye qîmeteke baş dide mîrateyên cîhanê. Di warê parastina mîrateyên cîhanê de birêvebirina plansaziyan cihekî sereke digire. Di parastina bermaihyan de hişyarkirin û daxilkirina xelkê xala herî girîng e.”

 

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 15 cihên dîrokî di lîsteya UNESCO’yê de ne. Ji bo 10 cihên nû jî serlêdan tê kirin ku di lîsteya demkî de cîh bigirin. Herwiha ji bo Xirbeyên Anî ku li Qers a Bakurê Kurdistanê cîh digire jî serlêdan tê kirin da ku di lîsteya asasî de cihê xwe bigire.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst