'Zanyariyên 85 milyon welatiyên Tirkiyê ketine destê Hackeran'

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Zanyariyên Welatiya Hacker Eren Erdem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanyariyên 85 milyon welatiyên Tirkiyê ketine destê Hackeran û di malpereke înternetê de tên belav kirin. Cîgirê Serokê CHPê Eren Erdem dibêje: “Zanyariyên me yên takekesî ketine destê Hackeran û mirov dikarin di malpereke înternetê de li beramber 50-60 heta 70 lîreyan hemû zanyariyên welatiyan bidest bixin. Ya ku bûye sedema vê rewşa metirsîdar tenê desthilat e.”

Li gor zanyariyên di medya Tirkiyê de belav bûne, zanyariyên taybet ên 85 milyon welatiyên Tirkiyê yên li ser sîstema online a welatîbûnê ya wî welatî ya “E-Devlet”ê ji aliyê hinek Hackeran ve hatine dizîn û li ser malpereke bi navê  “S**Paneli.Org” hatine belav kirin.

Li gor zanyariyan di wê malperê de, navnîşan, navê bav û dayik û endamên malbatê, hejmara telefonê, hejmara welatîbûnê û çendîn zanyariyên din ên taybet ên welatiyên Tirkiyê hatine belav kirin û kesên bixwazin dikarin van hemû zanyariyên taybet bê beramber bidestbixin.

Herwiha eger kesek bixwaze zanyariyên derbarê tapo û milkê welatiyan de bidest bixe jî dikare li beramber pereyekî bibe endamê wê malpera înternetê û wan zanyariyan jî bidest bixe. Tê îdiakirin ku di vê malperê de zanyariyên taybet ên derbarê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de jî cih digirin.

Pisporên Sîberê vê yekê wek metirsiyeke mezin dibînin. Ji ber kesê van zanyariyên taybet ên welatiyan bidest bixe, dikare li ser wan zanyariyan kirîn û firotinê jî bike. Herwiha eger dijminek kesê ku zanyariyên wî hatine dizîn jî hebe dikare bi asanî li ser wê malperê zanyariyên derbarê navnîşana wî kesî de bidest bixe. Pisporên Sîberê daxwazê ji aliyên peywendîdar dikin ku ev malper bê girtin û tedbîrên pêwîst bên wergrtin.

Belavbûna vê nûçeyê di nav opozîsyonê de bû sedema karvedanan. Cîgirê Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Eren Erdem li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi vîdeoyekê derbarê mijarê de nerazîbûn nîşanî hikumetê da û got: "Ev skandaleke mezin a tirsnak e. Zanyariyên me yên taybet ketine destê Hackeran. Ya ku bûye sedema vê rewşê jî tenê ev hikûmet e."

Eren Erdem wiha axivî “Em rûbirûyê rewşeke wiha ne ku li hemû dereke cîhanê dikare wek skandaleke mezin a metirsîdar bê binavkirin. Çi ye ev? Zanyariyên me yên takekesî ketine destê Hackeran û mirov dikarin di malpereke înternetê de li beramber 50-60 heta 70 lîreyan hemû zanyariyên takekesî yên welatiyan bidest bixin. Ya ku bûye sedema vê rewşa metirsîdar tenê desthilat e. Ez niha bang li vê hikumetê dikim, we endamên FETOyê xistin odeya kozmîkê ya vî welatî û we zanyariyên dewletê firotin wan. We daristanên welatiyan û bender firotin. We mirov mehkumî birçîbûn û hejariyê kirin. Îro rewşa aboriya welat li holê ye. Di destê herkesî de tenê zanyariyên wan ên takekesî mabûn, lê xuya ye we ew jî firotine. Yan jî we derfet bo firotina wan çêkirine."    

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst