Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hefteyekê dê baran bibare û li 5 parêzgehan egera lehiyê jî heye.
Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji îro 10ê Hezîrana 2023an û pê ve dê hefteyekê baran bibare û li parêzgehên Erdexan û Qersê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Çankiri, Kirikkale, Enqere yên Tirkiyê egera lehiyê heye û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Her wiha saziya navborî diyar kiriye ku li çend herêman tevî baranê dê ba û bahoz jî hebe û tê texmînkirin ku pileya germê di navbera 2 heta 4 pileyan zêde bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse