Soylu derbarê operasyona ser Rojava de: Amadekarî tên kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Suleyman Soylu derbarê operasyona nû ya welatî wî bo ser navçeyên li Bakurê Suriyê yên di bin destilata HSDê de ragihand ku serokkomarê wî welatî ferman daye û di çarçoveya wê fermanê amadekariyên operasyonê tên kirin.

Serokkomarê Tirkiye çend rojên borî ragihandibû ku ew dê li navçeyên Tilrifeet û Minbicê yên li Bakurê Sûriyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ne operasyoneke nû ya leşkerî pêkbînin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro 10ê Hezîrana 2022ê li bajarê Çanakkale, derbarê wê operasyona nû ya Tirkiye de axivî.

Soylu amaje bi wê yekê da ku Serokkomarê Tirkiye fermana  operasyonê daye û got: “Amdekariyên operasyonê tên kirin.”

Suleyman Soylu gotiye jî “Li kêleka me hewil didin deweleteke terorê ava bikin. Dixwazin korîdorek terorî vekin. Hewil didin welatiyên li wir bişînin cem me û li wir dewleteke milîtan ku di fermana (welatên) rojava de ye ava bikin. Me rê bo vê yekê nadin.”

Di demekê de ku piraniya partiyên opozîsyonê û welatiyên Tirkiye ji polîtîkaya hikûmetê ya koçberan nerazî ne û dixwazin koçberên Sûrî vegerin welatê xwe Wezîrê Navxwe yê Tirkiye dibêje “Em pişta xwe nadin ti kesekê. Em destê kesekê li hewa nahêlin. Kî çi dibêje bila bibêje, em rêveberina  koçê ya herî serkeftî û herî stratejîk a li cîhanê pêktînin.”

Soylu wiha axivî “Bila herkes bibîhîze birêz Serokkomarê me ferman daye û amadekarî tên kirin. Li Minbic û Tilrifeetê bi îzna xwedê, berî ku em bikevin 100 saliya komarê de, wate berî ku em 29ê Cotmeha 2023ê bijîn, erkê li ser milê me ye ku em Qendîlê ji terorîstan paqij bikin û ala xwe ya sor li ser şaneyên terorê bilind bilkin. Jixwe me ji sala 2014ê ve jî hemû bûyerên terorê ji sedî 50 kêmkirine.”