ÎYÎ Partî: Gef li ser demografiya Tirkiyê heye

10-06-2022
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Tirkiye Koçber Demografiya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê rêxistina ÎYÎ Partiyê li Stenbolê dibêje, demografiya Tirkiyê rûbirûyê gefa guhertinê bûye, û tekez dike, mixabin tê jibîrkirin ku desthilata AK Partî ev pirsgirêk li serê wan kiriye bela.

Bugra Kavuncu, Serokê rêxistina ÎYÎ Partî li Stenbolê, roja Pêncşemê ragihand, derbarê pirsa koçberan bi serokatiya Mehmet Tolga Akalin, Serokê Siyaseta Asayişa Niştimanî, komîsyonek pêk anîne.

Kavuncu dibêje, di wê workşopa ku sala 2019 saz kirin, amaje bi wê kirin ku Tirkiyê derfet û şiyana wê nîne zêdetirîn koçberên cîhanê li xwe bigire û encamdana karekî bi wî awayî ne cihê qebûlkirinê ye. Ew dibêje, "Mixabin tê jibîrkirin ku desthilata AK Partî ev pirsgirêk li serê Tirkiyê kiriye bela.

Ew berpirsê ÎYÎ Partiyê herwiha dibêje, divê di demeke zû de ew koçber bo welatên wan bên vegerandin.

Bugra Kavuncu tekez jî dike, Bi berçavgirtina wê rastiyê, ew wek ÎYÎ Partî bi corek ku tawîz neyê dan li ser siberoja welat, kar li ser amadekirina pêşniyazekê dikin bo çareserkirina vê pirsgirêkê û di demeke nêzîk de pêşniyaza xwe aşkere dikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst