Ji ber fîkandina strana Kurdî 27 sal ceza ji xwendekaran re tê xwestin

10-06-2018
RÛDAW
Nîşan Xwendekar Zanîngeha Dicle Fîkandin
A+ A-
Navenda Nûçeyan – Danişîna doza 12 xwendekarên Zanîngeha Dicle ku bi hêceta fîkandina strana kurdî “Çerxa Şoreşê” têne tohmetbarkirin û ji 8 heta 27.5 sal ceza ji wan re tê xwestin, li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.

Di danişîna dozê de xwendekarên Zanîngeha Dicleyê, Muhammed Çetintaş,  Mazlum Buksel, Semra Ozmaskan, Huseyin Kaya, Çigdem Akar, Dîlan Dag, Ahmet Tumer, Zeynep Ozçelîk, Mazlum Tozan, Nuda Dogan, Suat Mustafa Şencî û Nazdar Gokçe ligel parêzerên xwe û 2 polisên gazindker amade bûn. 

 

Xwendekarên navborî sûcê li ser wan tê ferzkirin red kirin.  Xwendekar Suat Mustafa Şencî derket pêşberî dadger û got: “Min sirûd ne fîkandiye. Min tenê straneke Xelîl Xemgîn fîkandiye.”

 

Parêzerên xwendekaran jî ji polîsên şikayet kirine pirsê we ji çi zanî strana fîkandin “sirûda PKKê ye?” li ser vê yekê polîsan jî gotin, polîsekî kurdî dizane ji wan re gotiye ew “sirûda PKKê” bû.

 

Parêzerê Şencî Suleyman Şahin, jî diyar kir ku îdîaname li gorî usûlê nehatiye amadekirin.

 

Dadgehê doz bo meha Mijdarê paşxist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst