Xwepêşandana mamosteyan: Divê tundûtûjî bi dawî bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro mamosteyên Sendîkakaya EGÎTÎM SENê neçûn ser kar û li qadên bajaran xwepêşandan li dar xistin.

Mamosteyan li hemberî kuştina mamosteyekî li Stenbolê dest bi xwepêşandanê kir û xwest tundûtûjiya li hemberî mamosteyan bi dawî were.

Rêveberê Dibistana Amadehî ya Anadoluyê ya Fînal Akademiyê ya li navçeya Eyupsûltan a Stenbolê Îbrahîm Oktugan hefteya borî ji hêla xwendekarê xwe yê bi navê Y.K. ve bi çekê hatibû kuştin.

Bi qetilkirina Oktugan re sendîkayên mamosteyan biryara çalakiyan da.

Endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGÎTÎM SEN), Turk EGÎTÎM SEN û Egîtîm Bîr Senê biryar da ku îro neçin ser kar.

Endamên sendîkayan di çarçoveya biryarê de li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meşiyan.

Li bajarên Mêrdîn, Riha, Wan, Meletî, Dîlok, Amed, Êlih û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê û bajarên Stenbol, Îzmîr, Enqere, Artvîn, Edene, Mêrsîn, Antalya, Eskîşehîr, Yozgat, Trabzon, Nîgde, Aksaray, Samsun, Antalya, Burdur, Çankiri û Hatayê çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de mamosteyan bangî hikûmetê kir ku rê li tundûtûjiya li hemberî mamosteyan û karmendên perwerdeyê were girtin.

Mamoste dixwazin yasayên li hemberî tundûtûjiyê werin derxistin û rê li ber çekdarbûna şexsî bê girtin.

Riha: Berdilkên bi xwîn hatin daliqandin

Mamosteyên endamên sendîkayan li Rihayê jî dest ji kar berdan.

Mamosteyan li ber Pirtûkxaneya Abdulkadir Karahan kom bûn û tîşortên nivîsa “Ji tundûtûjiya li hemberî mamosteyan re bêje na!” li xwe kir û meşiyan.

Di meşê de mamosteyan dirûşmên wekî 'Ji tundiyê re na', 'Em bi hêrs in, em di şînê de ne, em dê bêdeng nemînin' û 'Em dibistanên bi ewle û bê tundûtûjî dixwazin' gotin.

Xelkê jî piştgirî da meş û meş li ber Rêveberiya Perwerdeyê ya Rihayê bi dawî bû.

Mamosteyan wekî nerazîbûn berdilkên xwe yên bi xwîn li deriyê avahiyê daliqandin.

Sendîkayên mamosteyan li Amedê kom bûn

Mamosteyên ku endamên Turk Egîtîm-Sen û Egîtîm-Bir-Senê bûn saet 11:00an li ber Rêveberiya Perwerdeyê ya navçeya Peyasê ya Amedê kom bûn.

Sendîkayan cuda cuda daxuyanî belav kirin.

Li aliyê din mamosteyan EGÎTÎM-SENê jî saet 11:00an li Parka Rojava daxuyaniyek belav kir û kuştina Îbrahîm Oktugan şermezar kir.