Gulan e lê hişyariya ba, baran û bahozê hat dayîn

10-05-2024
Nîşan Hişyarî Ba Baran Bahoz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo 8 parêzgehan hişyariya barana zêde, bayê xurt û firtoneyê hat dayîn ku 4 ji wan li Bakurê Kurdistanê ne.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê diyar kir ku îro dê li parêzehên Stenbol, Antalya, Kocaelî û Yalovayê yên Tirkiyeyê baraneke zêde bibare û egera firtoneyê heye.

Saziyê heman hişyarî ji bo parêzgehên Dêrsim, Xarpêt, Meletî û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê jî da.

Hat diyarkirin ku divê welatî tedbîrên pêwîst wergirin da ku rewşeke neyînî çênebe.

Li hêla din, Saziya Keşnasiyê ji bo 9 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî hişyariya tozbarînê jî dabû û diyar kiribû ku dê 2 rojan toz bibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst