Li Mersinê li ser bûyera kuştina zarokê Sûrî karmendê sîteyê hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenişehirê ya ser bi parêzgeha Mersinê ya Tirkiyê derbarê îdiaya ku zarokekî Sûrî yê 11 salî hatiye revandin û kuştin de karmendê sîteyê hat girtin.
Li gor medya Tirkiyê li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê, kesekî ji bo fîdyeyê, zarokekî 11 salî yê malbatekî Sûrî revandiye, lê piştî ku pere wernegirtiye ew xeniqandiye.
Piştî bûyerê karmendê sîteyê Hasan C. wek gumanbarê kuştinê ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.
Îro 10ê Gulana 2023an kar û barê yasayî yê wî kesî bi dawî bûye û bi îdîaya kuştina zarokê Sûrî bi biryara dadgehê hatiye girtin.
Suliman Hayaniketb yê 39 salî îdîa kiribû ku kurê wî Xalid dema çûye dikanê hatiye revandin û kesekî telefonî wî kiriye û 400 hezar Euro fîdye jê xwestiye. Bavê kurik piştî vê yekê serlêdana polîsan kiriye û polîsan termê kurê wî di qatê bodrumê yê avahiyê de dîtine.