Bi nêzîkbûna hilbijartinan zimanê siyaseta Tirkiyê tundtir dibe û alozî zêde dibin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi nêzîkbûna hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê ya di 14ê Gulanê de zimanê siyaseta Tirkiyê tundtir dibe û alozî zêde dibin.

Alîgirên AKP û MHPê li hember qada mîtînga berbijêrê Serokkomariyê û Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya li Duzceyê kom bûne û dirûşm û afîşên ku CHPê bi hevaltiya PKKê tohmetbar dikin bilind kirine.

Di demekê de ku ji hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê re tenê 4 roj mane, zimanê siyasetê tundtir dibe. Serokkomarê Tirkiyê û berbijêrê serokkomariyê ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê Erdogan jî heman rojê, CHP bi hevaltiya “rêxistinên terorê” tohmetbar kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, “Sozê didin rêxistinên terorê ku endamên rêxistinên terorê yên di girtîgehan de berdin û yên ji kar hatine dûrxistin paş de vegerînin ser karê dewletê. Carekê eşkere bikin, ku we li pişt deriyên girtî çi soz dane. Destpêkê hesabê wê yekê bidin, we çawa ji PKK û FETOyê piştevanî wergirtiye.”

Serokê CHPê jî li hember propagandaya partiyên desthilatê, weke bersiv netewperweriya xwe derdixîne pêş.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Dixwazin dersa netewperweriyê bidin me. Em ê kargeha tankan a ku firotin Qeterê paş de vegerînin û radestî artêşa xwe bikin. Em ne weke wan in. Nêrîn, nasname û baweriyê wan çi dibe, bila bibe cihê wan li ser serê Kemal bey heye. Du xetên me yên sor hene, welatê me û alaya me ye.”

Hevserokê HDPê jî li Cizîra Botan li mîtînga Partiya Çep a Kesk (YSP) axivî û desthilat bi dijmintiya Kurdan tohmetbar kir.

Mithat Sancar Hevserokê HDPê got, “Desthilata AKP û MHPê şer û mirinê pîroz dike, em jî aşitî û jiyanê diparêzin. Bloka AKP û MHPê li ser dijmintiya Kurdan hatiye avakirin. Erê, ev desthilat desthilata dijmintiya Kurdan e. Binêrin bi qeyûman dest danîn ser îradeya gelê Kurd.”

Her diçe rewşa rikeberiyê dijwartir dibe. Piştî êrîşa roja Yekşemê li Erzeromê bo ser Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, roja Sêşemê jî li Sakaryayê bi keviran êrîşî otobusa Kemal Kiliçdaroglu hat kirin. Tê pêşbînîkirin, di 4 rojên dawî de alozî zêdetir bibin.