Cihên serokên partiyên siyasî dengên xwe bidin eşkere bûn

10-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Serokên Partiyan Dengdayîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Tirkiyê ku biryar e di 14ê Gulanê de hilbijartinên serokomariyê û parlamenteriyê çêbibe, cihên ku namzedên serokomar û serokên partiyan dengên xwe bidin eşkere bûn.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan dê li Dibistana Seretayî ya Saffet Çebî ya Uskudarê dengê xwe bide.

Serokê Giştî yê CHPê û Berbijêrê Hevpeymaniya Milet Kemal Kiliçdaroglu wek hilbijartinên berê dê li Dibistana Seretayî ya Arjantînê ya Çukurambayê ya Enqerê dengê xwe bide.

Serokê Giştî yê Partiya Memleket û Berbikêr Serokomariyê Muharrem Înce jî dê dengê xwe li Enqerê bi kar bîne. Înce dê li Lîseya Anadoluyê ya Yaşamkent Şener Çakmakê dengê xwe bide.

Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan jî dê li Enqerê li Lîseya Anadoluyê ya Mîmar Kemal a Kocatepeyê dengên xwe bide.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî dê dîsa wek hilbijartinên ewil dengê xwe li Dibistana Navîn ya Anittepeyê ya Enqerê bide.

Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî li Stenbolê li Dibistana Seretayî ya Beylerbeyî Sabanci dengê xwe bi kar bîne.

Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancar dê li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî, Pervîn Buldan jî dê li Wanê dengê xwe bide.

Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî dê li Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Qîzan a li Sultanbeyliya Stenbolê dengê xwe bide.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu dê dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Setanbulê Gokturk Nejat Sabuncu bide.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Ali Babacan dê dengê xwe li Dibistana Navînî ya Bilkent Emlak Konutê bide.

Serokê Giştî yê DSPê Onder Aksakal dê dengê xwe li Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û Teknîkî ya Stanbulê Uskudar Şeyh Şamil bide.

Serokê Giştî yê Partiya Refahê Fatih Erbakan dê dengê xwe li Enqereyê li Lîseya Doktor Binnaz Ege - Doktor Ridvan Ege, Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu jî dê dengê xwe li Lîseya Çankayayê bide.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Gultekin Uysal dê dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Afyonkarahisar Selçuklu bide.

Serokê Giştî yê Partiya Guherînê ya Tirkiyeyê Mustafa Sarigul dê dengê xwe li Dibistana Navînî ya Erzincan Mehmetçikê bide.

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek dê raya xwe li Dibistana Navînî ya Stanbul Beşiktaş Şair Nedim bide.

Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umit Ozdag dê dengê xwe li Enqerê li Dibistana Navînî ya Weqfa TSK Mehmetçik Hafize Îhsan Payaza bide.

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu dê dengê xwe li Dibistana Navînî ya Stanbul Emlak Konut Fuat Sezgin bide.

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Erkan Baş dê dengê xwe li Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî û teknîkî ya Stanbul Kadikoyê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst