Zarokê ji bo fîdyeyê hatibû revandin kuştî hat dîtin

10-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê, kesekî ji bo fîdyeyê zarokekî 12 salî yê malbatekî Sûrî revand, lê piştî ku pere wernegirt ew xeniqand.

Li gor medya Tirkiyê, bûyer li Taxa Çiftlikkoy a navçeya Yenişehirê li sîteya Turksatê çêbûye.

Hat îdiakirin ku kurê zêrîngerê xelkê Sûriyê Xalid Hayanked duh danê nîvro dema li baxçeyê sîteyê dileyîst ji nişka ve wenda bûye. Piştî demekê kesekî bi telefonê li malbatê geriyaye, gef li malbatê xwariye û gotiye zarok di destê wî de ye, eger 400 hezar Euro fîdye bidin dê berde, lê eger polîs agahdar bikin dê wî bikujin.

Li ser vê yekê bavê kurik, Xalid Hayanked polîsan ji rewşê agahdar kirin. Tîmên polîsan piştî agahdarkirinê çûn cihê bûyerê li cihê bûyerê lêkolîn kirin û dîmenên kameraya ewlehiyê temaşe kirin. Di lêkolînê de hat tesbîtkirin ku zarok ji sîteyê derneketiye.

Tîmên polîsan di dema lêgerînê de cenzayê zarokê 12 salî di jêrzemîna bloka Ayê de dîtin ku bi xalîçeyê hatibû pêçandin. Cenazeyê zarokê ku hat tesbîtkirin hatiye xeniqandin, piştî otopsiyê hat veşartin.

Karmendê sîteyê Hasan C. wek gumanbarê kuştinê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Hatiye ragihandin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst