Kenan Evren koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw)- Serokomarê berê yê Tirkiyeyê, Kenan Evren duhî di 98 saliya xwe de li nexweşxaneya leşkerî ya Gata li Enqerê koça dawî kir.

Kenan Evren sala 1978an bû fermandeyê giştî yê artêşa Tirkiyeyê û sala 1980 bi derbeya leşkerî desthilata Tirkiyeyê xist destê xwe.

2 salan piştî derbeyê heta sala 1989an Serokomarê Tirkiyeyê bû, bi sedan kurd bi rengekî ji rengan bûne qurbaniyên derbeya leşkerî û temamiya partiyên siyasî jî wê demê hatin girtin û qedexekirin.

Evren, benda  10 % ya hilbijartinan di destûra Tirkiyeyê de danî û heya niha jî hilbijartin li wî welatî li gorî wê bendê birêve diçin.