Stenbol di cejnê de ji geştyaran re maye

10-04-2024
Omer Sonmez
Geştyar di betlaneyê berê xwe didin Stenbolê/Wêne: Rûdaw
Geştyar di betlaneyê berê xwe didin Stenbolê/Wêne: Rûdaw
Nîşan Stenbol Cejn Betlane Geştyar
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Bajarê Stenbolê bajarekî dîrokî û geştyariyê ye.

Salawext bi mîlyonan geştyar diçin serdana Stenbolê.

Di cejnê de jî bi taybetî ji welatên Ereban û ji Herêma Kurdistanê hejmareke zêde kes ji bo betlaneyê berê xwe didin Stenbolê.

Ew bi taybetî nimêja Cejna Remezanê li mizgefta dîrokî ya Ayasofyayê dikin.

Ji netew û welatên cuda bi hezaran jin, mêr, zarok û pîr bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi kêf û şahî berê xwe didin Mizgefta Ayasofyayê.

Ji bo penaberên ku li Stenbolê dijîn jî rojên cejnê dibin rojên bêhnvedan û geştyariyê.

Geştyar herî zêde li Stenbolê li deverên wekî Mizgeftên Ayasofyayê Sultanahmed, Suleymaniye, deverên Taksîm, Galata û giravan digerin.

“Rihê Ayasofyayê pir cuda ye”

Welatî ji çar aliyên Stenbolê bi rê ketine û ji bo nimêja Cejna Remezanê bikin di nimêja sibehê de berê xwe daye mizgefta dîrokî ya Ayasofyayê.

Welatî Raşit Ozcan got, "Ayasofa zûtir tijî bûye, ji loma em li hewşê nimêj dikin.

Hisiyat, manewiyat û rihê Ayasofyayê pir cuda ye."

Xwendekarê Somaliyî Ebbas Ebdullah anî ziman,"Ez xwendekar im û ji Somaliyê me.

Ez ji Sakaryayê hatim. Cejn li vir pir xweş derbas dibe."

Welatî Sefa Polat diyar kir, "Cejn rojên lihevhatinê ne.

Bi min, ya girîng ew e ku meriv karibe di cejnan de bibe cejna kesekî din."

Bi hezaran jin, mêr, zarok û pîr bi cil û bergên xwe yên neteweyî bi kêf û şahî li hewşa Mizgefta Ayasofyayê kom bûne.

Piraniya wan penaberên ji welatên Efrîqa, Ereb, Malezya, Endonezya, Pakistan, Sûriye û Efxanistanê pêk tên.

Ji bo wan rojên cejnê rojên bêhnvedan û geştyariyê ye.

Geştiyar Umeyna Mexrîbî got,"Cejn li me û li hemû misilmanan pîroz be."

Geştiyar Emîna Mexrîbî anî ziman,"Ez cejna misilmanan pîroz dikim. Bi rastî atmosfera cejnê ya Tirkiyeyê pir xweş e."

Di nav geştyarên ku di cejnê de hatine Stenbolê geştyarên ji bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê jî hene.

Ev malbat ji bo çend rojan gerûgeşt bikin berê xwe daye Stenbola bajarê qedîm û geştyariyê.

Geştyarên ji Herêma Kurdistanê

Geştiyarê ji Silêmaniyê Ehmed Omer diyar kir, "Em ji Silêmaniyê hatin vir.

Ez bi malbat û xoşewîsta xwe re ji bo gerê hatim."

Geştiyar Rêzan Omer got, "Îsal ji bo me salekê ciyawaz bû. Zor taybet û zor xweş derbas dibe."

Di sala 2023yan de ji 17 milyon turist çûne serdana Stenbolê.

Tenê di nav 2 mehên ewil ên îsal de, Stenbol 2 milyon û 458 hezar geştyar ezimandine.

Geştyarên biyanî herî zêde li deverên wekî mizgeftên Ayasofya, Sultanahmet û Suleymaniyeyê, Taksîm, Galata û giravên Stenbolê digerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst