Partiyên Siyasî lîsteyên xwe radestî YSKê kirin

10-04-2023
Grafîk: AA
Grafîk: AA
Nîşan Hilbijartin 2023 YSK Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên siyasî yên Tirkiyê lîsteyên xwe yên bebijêriya parlamenteriyê bo serdema 28ê ya Parlamentoya Tirkiyê radestî Desteya Bilind a Hilbijartinan kirin.

Roja 9ê Nîsanê demjimêr 17:00 piştî dema radestkirina lîsteyên partiyan xilas bû Serokê Desteya Bilind a Hilibjartinê daxuyaniyek da û got, ew dê heta 11ê Nîsanê lîsteyan lêkolîn bikin û ger kêmaniyek hebe dê partiyan agahdar bikin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinê, Ahmet Yener di daxuyaniyekê de bo medyayê ragihand: “Duh piştî merasima me ya pişkê û şûn de îro ji demjimêr 17:00an dema radestkirina lîsteyên berbijêrên parlementeriyê ya partiyên siyasî bidawî bûye.”

26 partiyên siyasî bo beşdarî hilbijartinê bibin lîsteyên xwe radest kirin. Lê gelek partî jî di bin banê Hevpeymaniyan de beşdarî hilbijtinê dibin.

Partiya Çep a Kesk ku li cihê HDPê beşdarî hilbijartinê dibe lîsteyeyek belav kiriye ku ji 490 berbijêran pêk tê ku 193 jê jinin. Hejmara herî zêde ya berbijêrên jin di nav wê partiyê de ye.

Parlementerê HDPê yê Êlihê, Mehmet Ruştu Tiryakî dibêje, ew xemgîn in ku wan nekariye bi navê HDPê tevli hilbijartinan bibin.

Mehmet Ruştu Tiryakî got: “Bo me rojek xweşe lê di heman demê de em xemgînin ji ber me nekarî em bi navê HDPê beşdarî hilbijartinê bibin. Em ê bi navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinan bibin, em ê li 81 parêzgehan beşdarî hilbijartinê bibin, me lîsteyên xwe radest kirin, hêvîdarin bo demokrasiya welatê me bibe piştevanek.”

CHP û ÎYÎ partiyê jî ku di nav Hevpeyamaniya Millet de ne li pey hev lîsteyên xwe pêşkêş kirin û partiyên din ên wê hevpeymaniyê di nav lîsteya CHPê de cih digrin. Lîsteya CHPê jî ji 600 berbijêran pêk tê.

Alîkarê Serokê CHPê, Oguz Kaan Salicî got: “Bo em beşdarî hilbijartinan bibin, me wek Partiya Gel a Komarî lîsteya xwe ya berbijêran radest kir. Em hêvîdarin bo partiye me,hevpeymaniya me û Tirkiyê encamên baş derkevin holê û pêşiya guhertineke mezin li Tirkiyê veke.”

Her dû partiyên deshilatê AKPê û MHPê jî lîsteyên xwe radestkirin. Lîsteya AKPê ji 600 berbijêran pêktê û di lîsteyê de 4 berbijêrên HUDA-PARê hene. Herwiha wezîrên kabîneya niha jî piranî di rêzên despêkê yên lîsteyên parêzgehan de cih digrin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst