Partiya Komunîst a Kurdistanê li ser ‘Şêx Seîd’ bersiva Partiya Komunîst a Tirkiyê da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bertek nîşanî gotinên Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Tirkiyê da û got, “Sekreterê TKPê dibêje, “Em nikarin bi wan kesan re bin ku ji Şêx Seîd re dibêjin rêheval, em nikarin tifaqê ava bikin.” Bila bê zanîn ku em Komunîstên Kurdistanê jî ti carî bi wan aliyên ku Kemalîstan û Îttîhad û Terakkîyên ku serokê çîna karkeran xeniqandin û qetilkirin wek rêheval û rêber dibînin re tifaqê ava nakin!”

Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) roja Yekşemê 9ê Nîsana 2023an li Salona Sporê ya Ataturkê ya li Enqerê "Civîna Gel a Mezin" li dar xist.

Sekreterê Giştî yê TKPê Kemal Okuyan axaftinek kir û li ser hilbijartinan çend nirxandin kirin.

Okuyan got, “Em Partiya Komunîst a Tirkiyê ne, em rastbêj in, em serbilind in ku komunîst in. Em ê bi gotina komunîst, bi xebat û têkoşînê bibin desthilatdar.”

“Em nikarin bi wan kesan re bin ku ji Şêx Seîd re dibêjin rêheval”

Okuyan di axavtina xwe de li ser mijara tifaqa bi HDPê re got, “Rêveberên HDPê û HDP bi rêxistina TUSÎADê re ku li Tirkiyê rêxistina patronan a herî girîng, herî mezin, herî bihêz û herî xeternak e re dicive. Ji bo me TUSÎAD rêxistineke dijmin e ku divê mirov li dijî wê têbikoşe û li dijî raweste. Li Tirkiyê em nikarin bi rêxistineke siyasî ya ku li hemberî kedkaran her cure tawan kiriye re werin ba hev. Em bi yên tên ba hev re jî nabin heval, em tifaqan ava nakin. Em dibêjin laîkî, em dibêjin parastina nirxên komarê. Di prensîb û şerê TKPê de ev dinivîsin. Lê Şêx Seîd çi ye, mela çi ne? Em nikarin bi wan kesan re bin ku ji Şêx Seîd re dibêjin rêheval, em nikarin tifaqê ava bikin. TKP nikare bi aliyên ku ji NATOyê re nabêje na re jî bibe tifaqê ava bike.”

“Em jî ti carî bi aliyên ku û Îttîhad û Terakkîyên wek rêheval dibînin re tifaqê ava nakin”

Li ser vê yekê Okuyan li ser medyaya civakî rastî bertekên erênî û neyînî hat.

Li aliyê din Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyûrek jî bertek nîşanî Okuyan da.

Çîftyurek li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Sekreterê TKPê dibêje, “Em nikarin bi wan kesan re bin ku ji Şêx Seîd re dibêjin rêheval, em nikarin tifaqê ava bikin.” Bila bê zanîn ku em Komunîstên Kurdistanê jî ti carî bi wan aliyên ku Kemalîstan û Îttîhad û Terakkîyên ku serokê çîna karkeran xeniqandin û qetilkirin wek rêheval û rêber dibînin re tifaqê ava nakin!”