Kurê Mahmut Tuncer ji AKPê bû berbijêrê parlamenteriyê

10-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mahmut Tuncer Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kurê stranbêj Mahmut Tuncer, Doç. Dr. Mehmet Umut Tuncer ji AK Partiyê bû berbijêrê parlamenteriyê. Mehmet Umut Tuncer, li bajarê Aydinê di rêza 5emîn de wek berbijêrê parlementeriyê hat nîşandan.

AKPê ji bo hilbijartinên giştî yên ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin lîsteya berbijêrên xwe pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) kir.

Kurê stranbêjê Rihayî Mahmut Tuncer, Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Aydinê Doç. Dr. Mehmet Umut Tuncer di lîsteya berbijêrên parlamenteriyê yên Aydinê ya AKPê de di rêza 5emîn de hat nîşandan.

Hat diyarkirin ku Doç. Dr. Mehmet Umut Tuncer piştî diyarbûna berbijêriya xwe spasî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir.

Mehmet Umut Tuncer got, “Bi destê Serokkomar, me gaveke pir girîng avêt ji bo ku em Sedsala Tirkiyê bi hêz bidin destpêkirin. Ez ji dil spasiyên xwe pêşkêşî Serokkomarê me û AK Partiyê dikim ku ez ji bo xula 28emîn a Parlementeriya AK Partiyê ya Aydinê wek berbijêr destnîşan kirin.”

Her wiha stranbêjê navdar ê ji Riha ya Bakurê Kurdistanê Îbrahîm Tatlises ê ku bibû bernamzet careke din ji aliyê AKPê ve wek berbijêr nehatin nîşandan.

Mehmet Umut Tuncer kî ye?

Mehmet Umut Tuncer di sala 1981an de li Enqereyê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Dokuz Eylûlê dest bi xwendina pêşlîsansê kir û li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Akdenîzê berdewam kir. Li Zanîngeha Akdenîzê xwendina xwe ya master û doktorayê qedand. Tuncer piştî doktoraya xwe li Aydinê bi cih bû û li Zanîngeha Adnan Menderes Fakulteya Ragihandinê bû doçent. Di warê ragihandinê de doçentiya xwe bi dest xist û Rêveberê Çand û Geştyariyê yê Aydinê hat tayînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst