Bav û kur bi hev re di lîsteya ÎYÎ Partiyê de cih girtin

10-04-2023
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û wezîrê berê Salim Ensarioglu û kurê wî Vejdin Ensarioglu ji lîsteyên ÎYÎ Partiyê bûn berbijêrê parlamenteriyê.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartinên parlamenteriyê û serokkomariyê dê 14ê Gulana 2023an bên kirin. 26 partiyan doh 9ê Nîsanê lîsteyên berbijêrên xwe pêşkêşî Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê kirin.

Di lîsteyên partiyan de gelek kesên mirovên hev li heman bajarî yan ji lîsteya partiyekê yan jî ji lîsteyên partiyên cuda bûne berbijêr. Ya herî balkêş jî ew bû, ku bav û kurê wî li bajarên cuda di lîsteya heman partiyê de cih girtin.

Wezîrê berê û Cîgirê Seroka ÎYÎ Partiyê Salim Ensarioglu ku ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye li Herêma 2 ya Stenbolê di lîsteya ÎYÎ Partiyê de di rêza duyem de cih girt. Kurê wî Vejdin Ensarioglu jî li Amedê di lîsteya ÎYÎ Partiyê di rêza yekem de cih girt. Eger her du bên hilbijartin dê li parlamentoyê bi hev re bixebitin.

Ji aliyê din ve biraziyê Salim Ensarioglu û Parlamenterê berê yê AKPê Galip Ensarioglu jî li Amedê ji lîsteya AKPê di rêza yekem de wek berbijêrê parlamenteriyê hat nîşandan. Eger heye ji heman malbatê 3 kes wek parlamenter bên hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst