Cengîz Çandar: Em dê di demek nêz de Demîrtaş bibînin
Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Kesk a Çep (YSP) û rojnamevan Cengîz Çandar rojbûna Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş pîroz kir û got :” Ev rojbûna dawî ya Selhattîn Demîrtaş a di girtîgehê de ye. Em dê di demeke nêz bibînin.”
Berbijêrê Partiya Kesk a Çep (YSP) û rojnamevan Cengîz Çandar ku ji parêzgeha Amedê di rêza sêyem de hatiye berbijêrkirin, roja Dûşemê 10ê Adara 2023an bi helkefta roja jidiyaikbûna Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li girtîgehê ye peyamek belav kir.
Çandar di peyama xwe de rojbûna Demîrtaş pîroz kir û ragihand ku Selhattîn Demîrtaş dê di demek nêz de bê azadkirin ku ji Mijdara 2016an li Girtîgeha Edrîneyê bi hinceta “peywendiyên ligel PKKê” hatiye girtin.
Cengîz Çandar dibêje: “Îro rojbûna dawî ya Selhattîn Demîrtaş e di girtîgehê de, Rojbûna te pîrzoz be Selahattîn Demîrtaş. Em ê di nêz de bibînin.”
Bugün Sevgili Selahattin Demirtaş'ın demir parmaklıklar arkasındaki son doğum günü! Rojbûna te piroz be Selahattin Demirtaş! Em ê bibinin, di nêz de.
— Cengiz Çandar (@CengizCandar) April 10, 2023
Nivîskar û rojnamevanê navdar Cengiz Çandar, sala 1948an li Enqerê ji dayik bûye û sala 1970an li Zanîngeha Enqerê beşa Zanistên Siyasî qedandiye.
Di navbera salên 1991 û 1993an de rawêjkarê taybet ê Serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal bû û roleke wî ya taybet di çêkirina pêwendiyên Turgut Ozal û berpirsên Başûrê Kurdistanê Celal Talabanî û Mesûd Barzanî de hebû.
Îlona 2021ê li ser pirsa Kurd pirtûkeke bi Ingilîzî bi navê (Turkey’s Mission Impossible: War and Peace with the Kurds) “Erka Tirkiyê Nepêkan: Bi Kurdan re şer û aştî” li ser platformên elektronîk belav kir. Çandar, zimanên Îngilîzî, Erebî û Fransî dizane û salên dawî jî dersên Kurdî wergirtine.