Cengîz Çandar: Em dê di demek nêz de Demîrtaş bibînin

10-04-2023
RÛDAW
Nîşan Cengîz Çandar Selahattin Demirtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Kesk a Çep (YSP) û rojnamevan Cengîz Çandar rojbûna Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Selahattîn Demîrtaş pîroz  kir û got :” Ev rojbûna dawî ya Selhattîn Demîrtaş a di girtîgehê de ye.  Em dê di demeke nêz bibînin.”

Berbijêrê Partiya Kesk a Çep (YSP) û rojnamevan Cengîz Çandar ku ji parêzgeha  Amedê di rêza sêyem de hatiye berbijêrkirin,  roja Dûşemê 10ê  Adara 2023an  bi helkefta roja jidiyaikbûna Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Selahattîn Demîrtaş  ku ji sala 2016an ve li girtîgehê ye peyamek belav kir.

Çandar di peyama xwe de rojbûna Demîrtaş pîroz kir û ragihand ku Selhattîn Demîrtaş dê di demek nêz de bê azadkirin ku  ji Mijdara 2016an li Girtîgeha Edrîneyê  bi hinceta “peywendiyên ligel PKKê” hatiye girtin.

Cengîz Çandar dibêje: “Îro rojbûna dawî ya Selhattîn Demîrtaş e di girtîgehê de, Rojbûna te pîrzoz be Selahattîn Demîrtaş. Em ê di nêz de bibînin.”

Nivîskar û rojnamevanê navdar Cengiz Çandar, sala 1948an li Enqerê ji dayik bûye û sala 1970an li Zanîngeha Enqerê beşa Zanistên Siyasî qedandiye.

Di navbera salên 1991 û 1993an de rawêjkarê taybet ê Serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal bû û roleke wî ya taybet di çêkirina pêwendiyên Turgut Ozal û berpirsên Başûrê Kurdistanê Celal Talabanî û Mesûd Barzanî de hebû.

Îlona 2021ê li ser pirsa Kurd pirtûkeke bi Ingilîzî bi navê (Turkey’s Mission Impossible: War and Peace with the Kurds)  “Erka Tirkiyê Nepêkan: Bi Kurdan re şer û aştî” li ser platformên elektronîk belav kir. Çandar, zimanên Îngilîzî, Erebî û Fransî dizane û salên dawî jî dersên Kurdî wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst