Çavuşoglu: PKK û PYD li Silêmaniyê her derê kontrol dikin

10-04-2023
RÛDAW
Nîşan Mevlut Çavuşoglu Silêmanî Firokexaneya Silêmaniyê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê rawestandina geştên asmanî yên Turkish Airlines bo Silêmaniyê de got, “Amerîka haya wan ji geştan heye. PKK û PYD li Silêmaniyê her derê kontrol dikin. Operasyonên me yên leşkerî wê heta dawiyê bidomin.”

Çavuşoglu der barê civîna ku li Moskowê di asta cîgirên wezîrên derve yên Tirkiye, Rûsya, Îran û Sûriyeyê de hat lidarxistin de axivî û dibêje “Tê plankirin ku di heyama pêş de civînek di asta 4 alî de pêk were. Di asta wezîrên derve de. Li gorî agahiyên destpêkê yên ku me ji Rûsyayê girtine, em difikirin ku wê di heyameke mîna Gulanê de pêk were. Ew ê wek civîna berê li Moskowê be.”

Berî an piştî hilbijartinê?

Çavuşoglu li ser nûçeyên di medyaya navneteweyî de derbarê wê yekê de ku gelo hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Beşar Esed re di rojevê de ye yan na û Esed li benda encamên hilbijartinên Tirkiyê ye yan na wiha got “Hevdîtina bi rejîmê, Esad û wezîrên wan re beriya hilbijartinê yan jî piştî hilbijartinê ji bo me ne avantaj be, dibe ku dezavantaj be, lê em li vir hesabê hilbijartinê nakin. Krîza ku zêdeyî 11 salan berdewam kir ne bi vî awayî û ne jî bi rêbazên din çareser nebû. Ji bo ji nû ve avakirina welat aştiyeke mayînde pêwîst e.”

Çavuşoglu bal kişand ku bijardeya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê di ber çavan re derbas dibe û wiha axivî:

“Di vê nexşerê de pêşî îstîxbarat, wezîrên berevaniyê, wezîrên derve, ku civîneke amadekariyê bû, hat kirin. û herî dawî civîna serokan bû. Bila em pêşî wek wezîrên derve werin cem hev. Civîna ku em ê li ser asta serokan pêk bînin, helbet civîneke siyasî be jî, dê ji bo lûtkeya muhtemel a serkirdeyan jî amade bikin. Lê di dawiyê de, armanca van hemû danûstandinan vejandina vê pêvajoya siyasî, dabînkirina îstiqrara herdemî, aşitî, şerê li dijî terorê, garantîkirina sînorê Sûriyê û yekîtiya axa Sûriyê û vegera bi ewle ya penaberên Sûriyê ji Tirkiyê û welatên din ên cîran, helbet di angajmana me de bo Sûriyê.”

“Rêveberiya Amerîkayê naxwaze bi Kongreyê re rû bi rû bimîne”

Çavuşoglu li ser kirîna balafirên şer ên F16 ji Amerîkayê jî axivî û got “Pirsgirêkên ku me bi DYA’yê re li hev nekiribû, hê jî nehatine çareserkirin. Ger DYE dixwaze wekî navbeynkarek rast tevbigere, pêdivî ye ku ew bêtir objektîf bin. Bernameya F35 niha hatiye rawestandin. Me dît ku rêveberiyê ji bo F16an gelek hewl da. Ger rêveberiya DYE bi biryar bisekine, dê pirsgirêk çareser bibin, lê xuya ye ku naxwazin bi kongreyê re rûbirû bibin. Em jî vê dibînin.”

Wezîr Çavuşoglu li ser sekinandina seferên balafiran ên Silêmaniyê jî wihe dibêje “Amerîka haya wan ji geştan heye. PKK û PYD li Silêmaniyê her derê kontrol dikin. Operasyonên me yên leşkerî wê heta dawiyê bidomin.”

Çavuşoglu derbarê bûyera ketina helîkopterên li parêzgeha Duhokê jî got: “Li gorî agahiyên ku gihiştîn destê me, ew helîkopterên ku terorîst bikartînin, îdareya Silêmaniyê; hîn rasttir partiya Talebanî ji ware peyda kirine. Dema em bêjin partiya Talabanî xelkê me baştir fêm dike, bê goman li îdareya Herêma Kurdî de Hewlêr û Silêmaniyê hene ku nakûkiyên wan hene û alûziyên cîdî di navbera wan de hene. Bê goman em destêwerdanê di karûbarê wan yê navxwe de nakîn, lê alûzî dê bandûrê li hemûyan bike. Partiya Talabanî ew helîkopter ji Fransa sitandine. Her wiha sitandine bo ew terorîst bikarbînin.”

Çavuşoglu her wiha behsa wê yekê kir ku asmanî navçeyê li jêr çavdêrî û kontrola Amerîka de ye û Washington agahrî vê babetê ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê derbarê bûn yan nebûna firokeyên şer de jî got, wan ji îstixbarata welatê xwe pirsîne û heta niha zanyariyek di wê derbarê de bidest nexistine û balkişand ser wê yekê ku helîkopter jî ne yên YPGê ne, jibo wan hatine peydakirin.

Wezîrê derve yê Tirkiyê her wiha dibêje: “Ew êdî firokexaneya Silêmaniyê ya navdewletî bikarnaynin. Ew firokexaneyeke sivîl bi vî awayî bikartînin. PKKê êdî hegemonyayek bi vî awayî avakiriye. PKK Silêmaniyê hemû xistine jêr kontrola xwe, bi taybet partiya Talabanî. Biwê yekê jî ne sekiniye, derbasî nav firokexaneyê û cihên sitratejîk jî bûye.”

Derbarê bûn yan nebûna bandora PKKê li ser Hewlêrê, Çavuşoglu got: “Wan nekarî derbasî Hewlêrê bibin. Ji ber wê bo lawazkirina Hewlêrê serî li gelek rêyan didin. Em dikarin bibêjin ku êdî PKKê li Silêmaniyê hemû cihî kontrol dike. Bo wê me geştên asmanî daxistin.”

Çavuşoglu her wiha got, berpirsên pilebilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her tim vê yekê red dikin, lê berpirsên din yên nav partiyê ku me li gel wan hevdîtin kirine dibêjin, PKKê bi temamî partiya wan kontrol kiriye.

Çavuşoglu ev wek pirsgirêkek cidî bi nav kir û got hemû ew “terorîstên” li Sûriye, Qendîl, Şingal û Silêmaniyê dibin armanca me ya rewa û bi wî awayî ji me rizgar nabin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand oparasyonên wan yên li dijî PKK û YPGê li Herêma Kurdistanê û Sûriye dê berdewam bin. Got li Tirkiye PKK ta asta ku êdî nemîne ji nav çûye û niha zêdetir ji derve êriş dikin. Her wiha ragihand, wan ji hikûmeta navendî ya Iraqê re gotiye em bi hev re oparasyonekê li dijî PKKê bikîn.

Çi bûbû?

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku heta 3’ê Tîrmehê qada hewayî ya Tirkiyê ji geştên hewayî yên ji Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê re hatiye girtin. Di daxuyaniyê de sedema vê biryarê “Çalakiyên PKK’ê yên li Silêmaniyê” hatibû nîşandan.

Rêyên Hewayî yên Tirkiyeyê (THY) ku rojane 2 geştên xwe bo Silêmaniyê dikin, di 3yê Nîsanê de ragihandibû ku wan hemû seferên balafirgeha Silêmaniyê dane sekinandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst