Erdogan rexne kir Îmamoglu bersiv da

10-04-2023
RÛDAW
Erdogan rexne kir Îmamoglu bersiv da
Erdogan rexne kir Îmamoglu bersiv da
Nîşan Ekrem Îmamoglu Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rikeberiya di navbera Hevpeymaniya Cumhûr û Hevpeymaniya Millet de tundtir dibe, rexne zêde dibin, kêmkirina kar û xizmetên hev êdî bûye karekî rojane. Erdogan xizmeta partiya xwe pesinand û berê rexneyên xwe da Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû. Ew bi yekê tawanbar kir ku bizmarek jî li Stenbolê neda ye. Ekrem Îmamoglu bi grafîkekê bersiva Erdogan da. Emê di vê raporê de bibînin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li bajarê Stenbolê bi merasîmekê xeta metroyê ya Başakşehir û Kayaşehirê vekir.

Serokê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu ku partiyeke di Hevpeymaniya Cumhur de ye û bi xwe jî berbijêr e li ser lîsteya AK Partiyê li bazneyê Stenbolê ligel Erdogan e.

Serokkomarê Tirkiyê bû yekem şofêrê metroya wê xetê. Di merasîma vekirina xetê de behsa wan xizmetên AK Partî yên li wî bajarî kir û rexneyên tûnd li Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya CHPê girt.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan got “Sê sal derbas bûn, mixabin ev şaredariya mezin nikare bizmarekî jî li Stenbolê bixe. Lê ez bawer im ku Stenbol di sala 2024an de derseke mezin bide wan."

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê roja Yekşemê bi pêşandana grafîkekê bersiva Erdogan da.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dibêje “Bizmaran dixwazî? Rasterast ez bizmaran pêşan bidim. Ev bizmarekî mezin e, 13.27 kîlometre, yê karê Ekrem Îmamoglu ye. Li vê derê jî yên serokên din hene. Ev jî ya herî kêm e. Wate nêzîka 24 qat zêdetir min kar kiriye di nav 4 salan de, li gor 4 salên birêz serokkomar. Bawer bikin Îmamogluyek heye ku di salekê de bizmarekî mezin lê daye bi çêkirina 13.27 kîlometre xeta metroyê.”

Piştî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê ku 14ê Gulanê tên kirin, xelkê Tirkiyê bo hilbijartinên şaredariyê jî di sala 2024an de careke din dê biçin ser sindoqên dengdanê.

Erdogan berî ku di sala 2001ê de AK Partiyê damezrîne di hilbijartinên şaredariyê yên Adara 1994an de wek Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû hilbijartin.

Piştî birêvebirina 25 salan ji aliyê AK Partiyê ve, di hilbijartinên şaredariyê yên sala 2019an de Ekrem Îmamoglu biser ket ku berbijêrê Hevpeymaniya Millet bû ku CHP û IYI Partî pêk anîbûn û HDPê jî piştgirî dabû wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst