Erdogan: Em budceya xwe ya berevaniyê bo 75 milyar dolar zêde dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku dema ew hatine ser desthilatê budceya berevaniya Tirkiyê 5.5 milyar dolar bû, lê wan bo zêdeyî 60 milyar dolar zêde kiriye û got ku ew dê heman budceyê bo 75 milyar dolarên Amerîkî zêde bikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, roja Duşemê 10ê Nîsana 2023an li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di merasîma radestkirina Keştiya Komarê ya Tirkiyê ya Anadolu  (TCG Anadolu) bo Fermandariya Hêzên Deryayî de axivî.

Erdogan ragihand ku keştiya navborî  yekem keştiye ku li ser asta cîhanê bê mirov e û çekdar e û got: “Piştî 7 salan keştiya me dest bi xizmetê dike. Ez hêvî dikim ke ev keştî bo artêşa me li ser xêrê be.”

Recep Tayîp Erdogan behsa pîşesaziya bervaniya Tiriyê kir û got: “Pîşesaziya berevaniya Tirk di 20 salên dawî de şoreş pêkaniye. Me armanca xwe kiriye pîşesaziya berevaniyayê ya bi awayek temam serbixwe.”

Serokkomarê Tirkiyê diyar kir ku berê hejmara projeyên pîşesaziya berevaniya Tirkiyê 62 bûn lê niha gihiştine 750 projeyan û got: “Dema em hatin ser hikmetê budceya berevaniyê 5.5 milyar dolar bû, lê ev hejmar niha gihiştiye bo zêdeyî 60 milyar dolar. Em niha bi ew îhaleyên ku berdewam dikin budceya beravaniya xwe ya pîşesaziyê bo 75 milyar dolar zêde dikin.”

Recep Tayîp Erdogan eşkere kir ku hinardeya sektora pîşesaziya berevaniya Tirkiyê gihiştiye 4 milyar û 400 milyar dolar û bi vê yekê jî rekor tomar kiriye û got: “Ev jî nîşaneya serkeftinê ye.”