PÎVAZ - Rojeva siyaseta Tirkiyê

10-04-2023
Mihemed Emîn Demir
Wêne: Kemal Kiliçdaroglu
Wêne: Kemal Kiliçdaroglu
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Bihabûna Pîvazan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pîvaz sebzeyeke serekî ye ku sifre bêyî wê nayê raxistin. Lê van rojan xelkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bihayên pîvazan dilgiran in. Bi hatina meha rojiyê re bihayê wê 3 qat zêde bûye û niha bûye rojeva siyaseta Tirkiyê.

Serokê CHPê dibêje, desthilatê xelk mihtacê pîvazên hişk kiriye û bi vî awayî dê kîloyek pîvaz bibe 100 lîre.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got “Rêzê li welatiyên xwe nagrin, ji ber ku tiştekî bibêjin nemaye. Tiştekî wan nemaye. Binêrin rojeva me ya bingehîn ev e. Welatiyên min ên xoşewîst, careke din dibêjim; rojeva bingehîn a welatiyan ev e. Ji ber dizanin, dema ez hatim dê demokrasî were, pere bên, weberhênan bê kirin û dovîz dakeve, hêza kirînê zêde bibe û bereket were.”

Bihayê pîvazan ku pêş meha rojiyê bi 10 - 11 lîreyan bû di meha Remezanê de gihişte 25 - 30 lîreyan. Serokkomariya Tirkiyê, piştî nîqaşên li ser bihayê pîvazan ragihand ku berhemanîna pîvazan têra bikaranîna navxwe dike û hinardekirina pîvazan hatiye qedexekirin. Serokkomarî dibêje, ji ber  bazirgan pîvazan depo dikin biha giran dibin.

Li gor amarên Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her kesek salane 21 kîlo pîvaz dixwe, sala 2022ê berhemanîna pîvazan li gor sala 2021an %6 kêm bûye û daketiye 2 milyon û 350 hezar tonan. Berhemanîna pîvazan %114 ji bikaranînê zêdetir e û Tirkiye berhem; zêde hinarde dike. Sala 2021-22an 296 hezar ton pîvaz hatine hinardekirin, ku bi 94 hezar ton Herêma Kurdistanê û Iraq di rêza yekemîn de ne.

Hilbijartinên parlamenteriyê û serokkomariyê yên Tirkiyê dê 14ê Gulanê bên kirin, diyar e ku dê mijara serekî ya propagandaya hilbijartinan bihabûna jiyanê û debar be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst