DEVA, Saadet, Partiya Pêşeroj û Demokrat dê di parlamentoyê de grûpekê ava bikin

10-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Armanca Tifaqa Milet ew e ku ji bilî CHP û ÎYÎ Partiyê bi grûpeke sêyemîn li Parlamentoya Tirkiyê bê temsîlkirin. Heger hejmara parlamenterên partiyên DEVA, Partiya Pêşeroj, Demokrat û Saadetê di lîsteyên CHPê de bigihêje 20an, dê li parlamentoyê “Grûpa Milet” ava bikin.

Hate destnîşankirin ku partiyên DEVA, Partiya Pêşeroj, Demokrat û Saadetê yên dê ji lîsteya CHPê tevlî hilbijartinan bibin, dê ji bo temsîliyeta partiyên xwe di Parlamentoya Tirkiyê de “Grûpa Milet” ava bikin.

Hat îdiakirin ku ji bilî Partiya Demokrat 3 partiyên din ji bo ku di parlamentoyê de grûpekê ava bikin herî kêm 20 kota ji CHPê xwestin, lê Kemal Kiliçdaroglu erênî nêzikî vê daxwazê nebûye.

Herî kêm 20 parlamenter

CHPê di lîsteyên xwe yên ku pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) kiribû de, ji bo çar partiyan bi qasî 20 berbijêran di lîsteyên ku tê texmînkirin teqez dê werin hilbijartin cih da.

Li aliyê din Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mustafa Yeneroglu yê ku di lîsteya ku berî pêşkêşî YSKê hat kirin de li herêma 3emîn a Stenbolê di rêza 10emîn da cih girtibû, lê ji bo rêza 6emîn a ku wek garantîkirî tê dîtin hat guherandin. Li gorî malpera T24ê, bi hesabên CHPê yên bi 4 partiyan re, armanc ew bû ku ji her çar partiyan herî kêm 20 parlamenter di parlamentoyê de cih bigirin.

Navê komê dê bibe "Grûpa Milet"

Bi vî awayî daxwazên partiyên Pêşerojê, DEVA û Saadetê ku di parlamentoyê de grûpekê ava bikin jî nehat paşguhkirin. Tê diyarkirin ku navê koma ku bi tevlîbûna Partiya Demokrat dê li parlamentoyê bê avakirin dê “Grûpa Milet” be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst