Di depoyên Hevya Sor a Tirk de tenê têra 3 rojan xwîn maye

10-04-2023
RÛDAW
Di depoyên Hevya Sor a Tirk de tenê têra sê rojan xwîn maye
Di depoyên Hevya Sor a Tirk de tenê têra sê rojan xwîn maye
Nîşan Hevya Sor a Tirk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî erdheja 6ê Sibatê ku li bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê wêraniyeke mezin li dû xwe hîşt û bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn, xwîn di depoyên Heyva Sor a Tirk de tenê têra sê rojan xwîn maye.

Di depoyên Heyva Sor a Tirk de, tenê têra sê rojan xwîn maye, heger wiha biçe dibe ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê neştergerî bên ragirtin.

Salane di meha Remezanê de xelk kêmtir diçin ji bo xwînê bidin lê îsal rewş ji caran cuda ye.

Bi nerîna opozisyona Tirkiyê, Hevya Sor a Tirk ku piştî erdheja wêranker a Mereşê, bi firotina çadir û xorakê bû rojev, baweriya xelkê ji dest daye.

Berdevkê CHPê Faik Oztrak got, “Asta depokirî ya xwîna me ya nîştimanî li Heyva Sor daketiye jêr kêmtirîn asta depokirî, wate rewş karesat e. Ew saziya me ya xêrxwazî ku temenê wê 155 sal e, bûye bazirganek di destê hikûmetê de. Heyva Sor ku berê, di erdhejan de çadir danîbûn, di vê erdhejê de çadir firotin. Lewra baweriya xelkê bi Heyva Sor nemaye, herwiha dana xwînê rawestiyaye. Gel ji wê yekê guman dike, wê xwîna didin, bifiroşin.”

Ji bo nehiştina nîgeraniya xelkê, Heyva Sor a Tirk, roja Înê li ser Twitterê peyamek belav kir û nivîsiye, “Yek pirsyar, yek bersiv. Gelo Heyva Sor xwîna me difiroşe? Na.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu şeva Şemiyê li bajarokê Îskenderûnê yê Hatayê xwîn da û daxwaz ji xelkê kir ku guhê xwe bidin banga Heyva Sor a Tirk.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu anî ziman, “Li nexweşxaneyan û di rewşên bilez de, divê asta depokirî nekeve jêr asteke destnîşankirî. Ev di heman demê de pirseke niştimanî ye. Careke din tekez dikim ku em xwe xwediyê Heyva Sor bibînin.”

Serokê Heyva Sor a Tirk balê dikşîne ser rewşa hestyar û dibêje, nedana xwînê pirsgirêkê ji nexweşxaneyan re çê dike.

Serokê Heyva Sor a Tirk Kerem Kinik got, “Wernegirtina xwînê li navçeyên ku erdhejê li wan daye, herwiha ji ber wê asta nizim a dana xwînê ku her sal di meha Remezanê de em rûbirû dibin, bi giştî xwîna me ya niştimanî daketiye jêr kêmtirîn asta depokirî. Ev bo me asta agahdarkirina sor e. Take rê Heyva Sor e ku salane li hezar û 500 nexweşxaneyan xwînê dighîne nêzîka şeş milyon nexweşan. Nexweşên me li benda vê xwînê ne.”

Sendîkayên pizîşk û karmendên tendirustiyê jî bang li xelkê dikin ku ligel kêmbûna baweriya bi Heyva Sor lê dest ji dana xwînê bernedin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst