Partiya Çep a Kesk: Kî li kîjan parêzgehê bû berbijêr?

10-04-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Çep a Kesk Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Çep a Kesk eşkere kir ku hin kesên ku dihatine meraqkirin ji kîjan parêzgehê û di kîjan rêzê de bûne berbijêr. Di lîsta Partiya Çep a Kesk de hin navên ku ji aliyê raya giştî ya Kurd ve bi eleqe dihatin şopandin, cih negirtin.

Ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlementoya Tirkiyê 33 roj man. Partiyên siyasî roja Yekşemê 9ê Nîsana 2023an lîstên xwe yên parlamenteriyê radestî Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) kirin.

Partiya Çep a Kesk jî lîsta xwe radest kir û diyar bû ku kîjan kesên bi navûdeng li ku bûne berbjiêr?

Cengîz Çandar û Hasan Cemal berbjiêr in

Rojnameger Hasan Cemal ê ku navê wî di nav kesên herî zêde dihate nîqaşkirin de bû di lîstê ji herêma 2emîn a Stenbolê di rêza 3emîn de wek berbijêr hate nîşandan, Osman Cengîz Çandar jî li Amedê di rêza 3emîn de bû berbijêr.

Kesên bi navûdeng li ku wek berbijêr hatine nîşandan

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Uysal û rojnameger Ayşegul Dogan ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve li Şirnexê wek berbijêr hatin nîşandan. Akademîsyena Aştiyê û nivîskar Sevilay Çelenk jî bû berbijêra rêza 6emîn a Amedê.

Serokê berê yê Baroya Amedê Parêzer Mehmet Emîn Aktar li Amedê di rêza 9emîn de û ji Malbata Şenyaşar Ferît Şenyaşar jî li Rihayê di rêza 4emîn de bû berbijêr.

Lîstikvan Kerem Firtina yê ku demekê di rêzefîlma “Kurtlar Vadisi” de lîst, li herêma 3emîn a Stenbolê di rêza 6emîn de bû berbijêr.

Partiya Çep a Kesk di lîsta xwe de cih neda Zana Farqînî û Semyanî Perîzade

Zimanzanê Kurd Zana Farqînî û Hunermenda Kurd Semyanî Perîzade ku ragihandibûn ji bo berbijêriyê serlêdan kirine, di lîsta Partiya Çep a Kesk de cih negirtin.

Berbijêrên ku berê jî parlamenter bûn

Ji 56 parlamenterên HDPê 23 kes dîsa wek berbijêr hatin nîşandan. Li gorî encamên hilbijartinên 2018an 10 ji van navan ji cihên ku dikarin bên hilbijartin hatin diyarkirin. 13 parlamenter jî li cihên ku HDP bihêz e lê beriya niha ji wir parlamenter dernexistibû hatin diyarkirin.

Parlamenterê HDPê yê xula 27ê Omer Faruk Gergerlîoglû dîsa li Kocaeliyê bû yekane berbijêr. Parlamentera HDPê ya Edeneyê ya 2015an û herî dawî Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş li Erzeromê di rêza yekemîn de bû berbijêr. Parlamenterê HDPê yê Wanê Sezaî Temellî li Mûşê bû berbijêrê rêza yekemîn. Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan li Rihayê di rêza duyemîn de careke din bû berbijêr.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz bû berbijêra rêza yekemîn a Mêrdînê.

Saruhan Oluç li Antalyayê û Ebru Gunay jî li Aydinê bûne berbijêr.

Berbijêrên tevî biryara cara sêyemîn bûne berbijêr

YSPê diyar kiribû ku kesên cara sêyemîn hatine hilbijartin wê nekevin lîstê lê hat dîtin ku hin berbijêrên ku vê şertê bi cih neanîne jî bûne berbijêr. Sirri Sureyya Onder ê ku li Enqere û Stenbolê 3 caran bibû parlementer, li herêma 1emîn a Stenbolê di rêza 1emîn de bû berbijêr, her wiha Sirri Sakik ê ku 3 caran bû parlementer jî, ji rêza yekemîn a Agiriyê bû berbijêr.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan a ku di xulên 23., 24. Îdir; di xulên 25, 26 û 27an de parlamenteriya Stenbolê kiribû, cara 6emîn bû berbijêr.

Berbijêrên Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd

Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PIA) Mehmet Kamaç li Amedê di rêza 7emîn de û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çiftyurek jî ji Wanê bû berbijêrê rêza 4emîn.

Berbijêrên ji partiyên kevneşopî yên çepa Tirkan

Seroka berê ya EMEPê Selma Gurkan li herêma 1emîn a Enqerê di rêza 2emîn de bû berbijêr, Serokê EHPê Hakan Ozturk, ji SMFê Cemîl Gungoren û endama Lijneya Berdevkan a TOPê Perîhan Koca li Stenbolê; Ji EMEPê Îskender Bayhan li Stenbolê û Sevda Karaca Demîr jî ji Dîlokê bûn berbijêr. Ji ESPê Çîçek Otlu li Stenbolê, ji SYKPê Tûlay Hatimogullari li Edeneyê, ji Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk li Îzmîrê, ji Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu li Stenbolê wek berbijêr hatine nîşandan.

Berbijêrên Êzidî û Elewî

Di lîsta Partiya Çep a Kesk de li ser navê Elewiyan Serokê Weqfa Garîp Dede Celal Firat û li ser navê Êzidiyan Azad Bariş li Amedê, li ser navê Suryaniyan George Aslan li Mêrdînê û li ser navê Çerkezan Metîn Kiliç jî li Enqereyê wek berbijêr hatin nîşandan.

Berbijêriya hevserokan

Bajarên ku hevserok û hevberdevkên pêkhateyên Partiya Çep a Kesk beriya niha hatibûn diyarkirin.

-Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgûn Uçar li Stenbolê û li Îzmîrê jî Hevberdevk Îbrahîm Akîn bû berbijêr.

-Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek li Stenbolê bû berbijêr.

-Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk li Amedê di rêza yekemîn de wek berbijêr hat nîşandan.

-Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Mêrdînê û Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir jî li Êlihê bû berbijêr.

-Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan li Wanê di rêza yekemîn de, Hevserokê Giştî Mîthat Sancar li Rihayê bû berbijêr.

ji HDPê 33 kesên ku nebûne berbijêr

Navên 33 kesên ku HDPyî yên ku careke din wek berbijêr nehatin diyarkirin wiha ne:

Agirî - Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Enqere - Filiz Kerestecioglu Demîr, Antalya - Kemal Bulbul, Êlih - Feleknas Uca, Êlih - Ayşe Acar Başaran, Bedlîs - Mahmut Celadet Gaydalı, Dêrsim - Alican Onlu, Amed - Îmam Taşçier, Remziye Tosun, Hişyar Ozsoy, Semra Güzel, Garo Paylan, Colemêrg - Sait Dede, Îdir - Habîp Eksîk, Stenbol - Musa Piroglu, Erol Katircıoğlu, Oya Ersoy, Huda Kaya, Zeynel Ozen, Zuleyha Gulum, Îzmîr - Serpîl Kemalbay Pekgozegû, Murat Çepnî, Mêrdîn - Pero Dundar, Mêrsîn - Fatma Kurtulan, Mûş - Şevîn Coşkun, Sêrt - Sidik Taş, Riha - Nîmetullah Erdoğmuş, Ayş Surucu, Nusretîn Maçîn, Şirnex - Hasan Ozguneş, Nuran Îmir, Huseyîn Kaçmaz, Wan - Tayip Temel.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst