Akar: Em guman dikin bizanebûn mîn xistibin Deryaya Reş

10-04-2022
RÛDAW
Nîşan Hulusi Akar Mînên Ser Avê Derya Reş Şerê Rûsya û Ukraynayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar di civîna partiya xwe de got ew mînên ku di Deryay Reş de belavbûbûn û ber bi Tirkiye dihatin eger heye hinekan ev kar bi zanebûn kiribe.

Ev demeke li Tirkiye di tengava Stenbol, di Deryaya Reş de Mînên ser avê têne dîtin.

Hulusî Akar di derbarê van mînan de dibêje “Mînên di Deryaya Reş de hatîn dîtin em nizanin kê berdane nav avê. Malê Rûsya ne lê bo em bizanin kîjan welatî berdene nav avê lêkolîn têne kirin.”

Her wiha Akar bo van mînan dibêje “Em guman dikin ku hineka ev mîn bi zanebûn xistin nav avê. Dibe bo bikaribin keştiyên NATO yên li mînan digerin bikişînin nav deryayî ev pilan danîbin. Bo me tengav bikin. Lê emê panbendî peymana Montro bimînin. Emê nehêlin keştiyê şer bikevin Deryaya Reş.”

Berê Ukrayna jî di derbarê vê yekê de daxuyaniyek dabû û eşkere kiribû ku Rûsya ev mîn xistine nava deryayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst