Li Konsolxaneya Fransayê ya Stenbolê dengdayîn birêve diçe

10-04-2022
Omer Sonmez
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Îro Fransî ji bo hilbijartina Serokkomar diçin ser sindoqên dengdanê. Hemwelatiyên Fransî yên li Tirkiyê jî ku xwedî mafên dengdanê ne, li 3 bajaran, li 7 xalên dengdanê dengên xwe bikar tînin.

Li Balyozxaneya Fransî ya li Enqereyê 2 sindoq, li Konsolxaneya Giştî ya Fransayê li Stenbolê 2 sindoq, li Lîseya Fransî ya Pierre Loti ku li semta Tarabyayê 1 sindoq, li Lîseya Fransî ya Saint Joseph ku li navçeya Kadikoyê ye 1 sindoq, her wiha li bajarê Îzmirê li Ajansa Konsolxaneya Fransayê jî 1 sindoq hatiye danîn.

Hemwelatiyên Fransî yên li Tirkiyê dê ji 8ê sibê heta 7ê êvarê karibin dengen xwe bikar binin. Beşek hemwelatiyên Fransî ku li Konsolsxaneya Giştî ya Fransayê li Stenbolê dengen xwe bikar anîn bo Rûdawê axivîn. Hejmarek hemwelatiyên Tirk ku hemwelatitiya Fransî wergirtine jî dengen xwe bikar anîn.

Hemwelatiya Fransî Maria dibêje: “Ez li ser navê xwe ji namzedên heyî pir memnûn nîn im. Lewra pir namzed hene, divê konsensüs hebûya. Ez ê nebêjim min deng daye kî, lê min da aliyê çep. Lê mixabin li aliye çepê jî pir namzed hebûn. Lê min dengê xwe bikar anî û peywira xwe anî cih.”

Hemwelatiyê Fransî û Tirkî Sait jî got: “Ez hemwelatiyê Fransayê me. Ji bo dengê xwe bikar bînim hatim vê derê. Min dengê xwe da namzedek ku nikaribe di gera ewil de qezenc bike. Ka em lê binerin wê di dawîyê de kîjan namzed bimînin. Ez nav nebêjim, lê min denge xwe da kesek ku dijminatiya biyaniyan neke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst