Damezrênerê Wikileaksê: Herî zêde zext li ser rojnamevanên Kurd heye

Stenbol (Rûdaw) - Damezrênerê Wikileaksê Julian Assange, bal kişand ser zext û binpêkirina mafê rojnamevanan li Tirkiyê û got, zexta herî zêde li rojnamevanên Kurd tê kirin.

Damezrênerê Wikileaksê bi awayekî zindî beşdarî "10emîn Hevdîtina Stenbolê Jibo Azadiya Ramanê" bû û behsa rewş û zexta li ser rojnamevanan li Tirkiyê kir.

Julian Assange, da zanîn ku li Tirkiyê herî zêde medya Kurdî bi awayekî dijwar rûbirûyê guşar û êrişan dibe û got: "Berî 4 salan min got çi tê serê rojnamevanên Kurd dê were serê rojnamevan û medya Tirk jî û ev pêşbîniya min rast derket."

Assange, diyar kir ku eger zext û guşar bibe tiştekî normal dê li beramber hemû kesekî were kirin û wiha axifî:

"Roj Tv kanaleke Kurdî bû û bi rêya rêkeftineke navbera Obama-Rasmussen-Tirkiye ji holê hat rakirin. Ez dizanin li Tirkiyê gelek rojnamevan ji kar hatine avêtin. Zext ne tenê li Dundar û Gul tê kirin. Bi awayekî herî dijwar li ser rojnamevanên Kurd tê bikaranîn."