Yekem Kongreya Awarte ya HDP a Stenbolê hat lidarxistin

Stenbol (Rûdaw) - Yekem Kongreya Awarte ya HDP a Stenbolê bi beşdariya girseyeke mezin û daxiliya Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş pêk hat. Piştî hilbijartinan yek ji parêzerê Ocalan ê berê Dogan Erbaş û Aysel Yilmaz, weke hevserokên HDP yên Stenbolê hatin hilbijartin.

Bi hezaran Kurdên ku li Stenbolê dijîn, ji serê sibehê ve bo ku beşdarî kongreya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê bibin li ber Salona Sînan Erdem ya li Atakoy kom bûn. Kongreya ku bi konsertên Koma Bajar, Meral Tekçî û Xêro Abbas destpêkir, bi axaftinên rêvebirên HDP’ê berdewam kir.

Kongre piştî axaftina Selahattîn Demîrtaş, bi hilbijartina ji bo rêveberiya nû bi dawî hat.

Beriya kongreyê HDP ji xelkê daxwaz kiribû ku bi germahiya Newrozê ya ku li Stenbolê hatibû qedexekirin beşdarî kongreyê bibin. Li gel vê jî salon Nîve nîv vala ma û eleqeya li gel kongreyê lawaz ma.

Kongreya ku gelek welatî bi cil û bergên netewî beşdar bûn di bin tedbîrên ewlehiyê yên awarte de pêk hat.

Piştî konsert û axaftinên rêvebirên bajêr Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş dest bi axaftina xwe kir û rexneyên giran li hikûmetê girtin.

Demîrtaş da zanîn ku wan tu caran li hemberî desthilatan serê xwe netewantine û dê netewînin jî.

Demîrtaş şerê li Bakûrê Kurdistanê  jî bi bîr xist û diyarkir ku ew ne tercîha wanbûyê û wan tu caran jî alîgiriya şer nekirine. Demîrtaş wekî din jî li ser dîroka hevpar a Tirk û Kurdan daneyên dirêj bi bîr anîn û daxwaz kir ku hikûmet vegere pêvajoya guftugoyan û Tirkiye jî bibe welatekî hevpar.

Kongreya ku hejmarek ji parlementerên HDP û gelek partiyên çepgir, sendîka û komeleyan jî beşdarî  lê kir bi hilbijartina rêveberiya HDP ya Stenbolê bi dawî hat.

Yek ji parêzerên Rêberê PKK Abdullah Ocalan yê berê Dogan Erbaş û Aysel Yilmaz weke hevserok hatin hilbijartin.