Buldan: Divê Kurd û Tirk mil bi mil piştgiriyê bidin vê pêvajoyê

10-03-2025
RÛDAW
Parlamentera DEM Partiyê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan / Wêne: Ji dîmenan
Parlamentera DEM Partiyê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Pêvajoya Nû Pirsgirêka Kurdan DEM Partî AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldanê got, “Divê Kurd û Tirk dest bi dest, mil bi mil  piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”

Pirsgirêka Kurdan piştî banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan û xwe fesixkirinê ketiye qonaxeke nû.

Desthilata Tirkiyeyê ji PKKyê dixwaze bê merc çekên xwe radestî Tirkiyeyê bikin.

“Gav ji bo Tirkiyeyeke bêteror tên avêtin”

Alîkarê Serokê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz got:

“Gelo me dikarî rêxistina terorîst a PKKyê bi vî rengî li goşeyekê de asê bikin? Lê Serokkomarê me bi hemû hêza xwe ji bo rizgarkirina vî welatî ji terorê dixebite, gav ji bo Tirkiyeyeke bêteror tên avêtin.

 Yan dê bibe yan dê bibe. Ev welat jî dê bi îzna Xwedê bi temamî ji terorê rizgar dibe."

Şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji destpêka pêvajoyê ve sê caran li gel Ocalan civiyaye, di daxuyaniyên xwe de li ser biratiya Kurd û Tirkan radiwestin.

Bi nerîna wan ji bilî piştgiriya pêvajoyê çareyeke din nîne.

“Divê rê û deriyên siyaseta demokratîk bên vekirin”

Parlamentera DEM Partiyê û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê jî got:

“Niha bi vê pêvajoyê divê rê û deriyên siyaseta demokratîk bi berfirehî bên vekirin.

Erê, em di pêvajoyekê de ne ku ne Kurdek ne jî Tirkek nabe canê xwe ji dest bide.

Divê Kurd û Tirk dest bi dest, mil bi mil  piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku 27ê Sibatê peyama dawî ya Ocalan ji bo rayê giştî ragihand, dest bi gereke din a serdana partiyên siyasî kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst