Erdheja Mereşê: 47 hezar û 932 kesan canê xwe ji dest dane

10-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê ragihand, hejmara kesên ku di erdhejên Mereşê de canê xwe ji dest dane bû 47 hezar û 932 kes.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum piştî Civîna Mertala Rîskê ya Neteweyî ya li Dîlok a Bakurê Kurdistanê daxuyanî da û diyar kir ku hejmara kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane bûye 47 hezar û 932 kesan.

Murat Kurum di daxuyaniyê de got, “Ji aliyekê ve em xebatên xwe yên tespîtkirina xisarê didomînin. 1 milyon û 706 hezar avahî hatin kontrolkirin. Me diyar kir ku 821 hezar û 302 beşên serbixwe yên van avahiyan zirareke mezin dîtine û dê tavilê bên hilweşandin. Li 5 parêzgehan me xebatên nirxandina xisarê temam kirin. Li parêzgehên din em di asta ji sedî 90î de ne.”

Kurum her wiha anî ziman, “Di avakirina her lijneyê de, me di warê pîşeyan de qadên ku ew li ber xwe didin diyar kirin. Me diyar kir ku beriya karesatê, piştî karesatê, di warê wekî teknolojiyên nû de çi divê bê kirin. Hevalên me yên ji her lijneyekê dê hevkariyê di pêvajoyê de bikin.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên wek Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi dehhezaran kesan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst