Serokkomarê Tirkiyê dîroka hilbijartinan eşkere kir

10-03-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro dîroka hilbijartinên Serokkomarî û giştî ya 28emîn ya parlamenteran wek 14ê Gulanê eşkere kir.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Înê 10 Adara 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara nûkirina dîroka hilbijartinên pêwîst bû 18ê Hezîrana îsal bihata kirin îmze kiriye û dê 14ê Gulanê hilbijartinên Tirkiyê bên kirin.

Erdogan got: “Erdogan got “Bi rayeya ku xala 116an a Destûra me daye, min biryara nûkirina hilbijartinan bo 14 ê Gulanê îmze kir ku divê di 18ê Hezîrana 2023an bihatana kirin.”

Li gor vê biryarê hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 2023an dê Roja Yekşemê 14ê Gulanê bên kirin. Ev biryar sibê 11ê Adarê dê di Rojnameya Fermî de bê belavkirin.

 

Tê nûkirin...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst