Hevserokê HDPê: Em dê daxwaz bikin doza girtinê ya HDPê bo piştî hilbijartinan bê paşxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê Mithat Sancar derbarê doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de got ew dê serlêdan bikin daku doz bo piştî hilbijartinan bê paşxistin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar îro Înê 10ê Adara 2023an beşdarî medya Tirkiyê bû û li ser rojeva heyî axivî.

Hevserokê HDPê li ser doza girtina partiya xwe axivî û got “Vê rewşê em qebûl nakin, ji ber berbijêr di nav keşûhewayeke nediyar de hatine hiştin. Ji ber vê yekê jî em dê serlêdan bikin daku biryara doza girtina HDPê bo piştî hilbijartinan bê paşxistin.”

Sancar derbarê  hilbijartinan de amaje bi wê yekê dide ku ew dê di van rojan de serlêdana xwe bikin û dibêje “Piştî Desteya Bilind a Hilbijartinan demjimêra xwe ya hilbijartinan eşkere bike, em dê rewşê ligel hiqûqnasên partiya xwe binîrxînin û bê ku dem dirêj bibe dê serlêdana me çêbibe.”

Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê doh ragihandibû dîroka xweparastina HDPê ya devkî ku di doza daxwaza girtina wê partiyê de bike bo dema 11ê Nîsana îsal hatiye paşxistin.