Serokkomarê Tirkiyê îro dîroka hilbijartinan eşkere dike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro dîroka hilbijartina Serokkomariyê û hilbijartina giştî ya 28emîn ya parlamenteran eşkere bike.

Li gor hatiye ragihandin îro Înê 10ê Adara 2023an demjimêr 14:00an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê dê derbarê dîroka hilbijartinan de daxuyaniyekê bide û biryara nûkirina hilbijartinan îmze bike.

Erdogan beriya demekê gotibû: “Bi awayekî fermî emê di 10ê Adarê de erka xwe bikarbînin û piştî wê jî 60 roj dem heye. Wê dema heyî jî dê Desteya Bilind a Hilbijartinan binirxîne.”

Beriya çend rojan Erdogan diyar kiribû ku dê hilbijartin dê 14ê Gulana 2023an de bên kirin lê heta niha bi awayekî fermî nehatibû ragihandin.