Yoneylem: Ji sedî 54ê xelkê Tirkiyê deng nadin Erdogan

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên rapirsiya Kompanya Lêkolînan a Yoneylemê, ji %53ê xelkê li Tirkiyê daxwaza hilbijartina pêşwext dikin û %54ê xelkê jî dibêjin qet dengê xwe nadin Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan.

Kompanya Lêkolînan a Yoneylemê îro Pêncşemê 10ê Adara 2022ê encama wê rapirsiyê belav kir ku di rojên 3-6ê Adarê de li 27 li 27 bajarên Tirkiyê kiriye. Li gor encamên rapirsiyê, %53.2ê xelkê li Tirkiyê daxwaza hilbijartina pêşwext dikin, %60ê xelkê daxwaza vegera bo sîstema parlamenteriyê dikin, li beramber %32ê xelkê piştgiriya mana sîstema serokatiyê dikin.

Li ser pirsa “Di hilbijartina pêş a serokkomar de eger Erdogan bibe berbijêr hun dengê xwe didinê?, %54ê xelkê amaje bi wê yekê dane ku qet deng nadin Erdogan. Rêjeya wan kesan jî ku dibêjin misoger deng didin Erdogan %34 û %1.9 jî dibêjin deng nadin, rêjeya dengên bêbiryar %10.1 e.

Li gor encamên rapirsiyê, di hilbijartian parlamentoyê de AKP %32.0, CHP %30.3, HDP %9.8, MHP %6.9, ÎYÎ Partî %12.9, Partiya Seadetê %1.0, Partiya Pêşerojê %0.4 û Partiya Pêşveçûn û Demokrasiyê %2.8ê dengan bidest dixin.

Li ser pirsa “deng didin kîjan hevpeymaniyê”, %38.1ê beşdarbûyên rapirsiyê dibêjin deng didin “Hevpeymaniya Millet” ku ji CHP û ÎYÎ Partî pêk hatiye. Li beramber %34.2 deng didin “Hevpeymaniya Cumhur” ku ji AKP û MHPê pêk tê. %16ê beşdarbûyan jî amaje bi wê yekê dane ku deng didin wan partiyên ne di nav herdû hevpeymaniyan de ne.