Erdogan derbarê êrişa li dijî AK Partiyê daxuyanî da

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Erdogan Stenbol AK Partî Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê êrişa çekdarî ya ku li Kuçukçekmeceyê dema xebata hilbijartinê ya AK Partiyê hat kirin da got ku “Êrişên ku demokrasî û yekîtiya me dikin hedef dê negihêjin armanca xwe."

Erdogan derbarê êrişa çekdarî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir. 

Erdogan di peyama xwe de got:

“Ez êrişa çekdarî ya ku dema xebatên hilbijartinê yên Azîz Yenîayê namzedê Şaredariya Kuçukçekmeceyê yê AK Partiya me û Îtifaqa me ya Cumhur de hat kirin şermezar dikim.

Ji bo welatiya me ya ku giran birîndar bûye şifayê dixwazim."

Erdogan destnîşan kir ku derbarê êrişê da lêkolînên berfireh demildest dan destpêkirin û got: 

"Em dê ti carî destûrê nedin hewldanên kesên hezim nakin ku pêvajoya hilbijartinê baş û li gorî demokrasiya me pêş bikeve, pêvajoyê jehrî bikin. 

Tu êrişên ku demokrasî, yekîtî û bihevrabûna me dikin hedef dê negihêjin armanca xwe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst