Li Stenbolê êrişî çalakiya AK Partiyê hat kirin

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan AK Partî Stenbol Azîz Yenîay Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê namzetê AK Partiyê yê Şaredariyê Kuçukçekmeceyê Azîz Yenîay dema li gel girseyekê propangadeya hilbijartinê dikir rastî êrişa çekdarî hat.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku dema xebata hilbijartinê ya Namzedê Şaredariya Kuçukçekmeceyê yê AK Partiyê ya Azîz Yenîayê de êrişa çekdarî hat kirin û kesek birîndar bû.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û da zanîn ku  êriş îro seat 16:30î li Taxa Kanaryayê bi çeka lûle dirêj pêk hat û got:

“Di êrîşê de welatiya me ya jin a bi navê E.G.Dyê birîndar bû. Derbarê êrişê de lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.

Ji welatiya me ya birîndar re şifayê dixwazim. Ez van êrişên hovane yên li dijî pêvajoya hilbijartinê û demokrasiya me bi tundî şermezar dikim.”

Tîmên tenduristiyê E.G.Dya birîndar piştî midaxeleya ewil veguhastin nexweşxaneyeke taybet a li wê deverê. 

Ekîbên polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê hildan û ji bo kesên tevî bûyerê bûne bigirin xebat dan destpêkirin

Serokê Şaxa AK Partiyê yê Stenbolê Osman Nurî Kabaktepe jî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di êrişê de kesekî canê xwe ji dest da.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Murat Kurum jî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku di êrişê de kesek hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst