Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê derbarê herîfîna avahiyan de lêpirsîn da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Baroyan ya Tirkiye (TBB) derbarê herîfîna bi hezaran avahiyan de ku di encama Erdheja Mereşê de hilweşiyane lêpirsîn da destpêkirin. Herwiha Yekîtiyê ji bo delîlên heyî neyên jinavbirin û reşkirin banga wergirtina nimûneyan kir.

Yekîtiya Baroyan ya Tirkiyê ragihand ku li ser avahîsaz û rayedarên îdarî ku projeyên avahiyên di Erdheja Mereşê de herîfîne û zerar dîtine erê kirine û kontrola wan nekirine de lêpirsîn daye destpêkirin.

Yekîtiyê di lêpirsîna xwe de daxwaz kiriye ku berpirsên bên zelalkirin li gor Yasaya Ceza ya Tirk bi tawanê “kuştina bi zanebûn” bên darizandin.

Herwiha avahîsaz, berpirsên proje erê kirine, berpirsên bo nîştecihbûnê belgeya destûrê dane, berpirsên şaredariyan û rayedarên ku piştî erdhejê erka xwe bicih neanîne û kar û xebata rizgarkirinê dereng dane destpêkirin di çarçoveya lêpirsînê de hatine diyarkirin.

Yekîtiyê piştî vê lêpirsînê ji bo delîl neyên jinavbirin û neyên reşkirin dê ji hejmarek kesên pispor komîsyonek bê avakirin.