Omer Çelîk: Sûriyê bi awayeke sistematîk êrişê hêzên me dike

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê êrişa li Idlibê ya li dijî leşkerên Tirkiyê de ragihand ku hikûmeta Sûriyê bi awayeke sistematîk êrişê xwe li dijî hêzên Tirkiyê berdewam dike û dixwaze çalakiyên xalên çavdêriyê yên Tirkiyê asteng bike.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li Navenda Giştî ya AK Partiyê derbarê êrişa li Idlibê ya li dijî leşkerên Tirkiyê de daxuyanî da û diyar kir ku ew dê tohla leşkerên Tirkiyê yên hatine kuştin hildin.

Omer Çelîk dibêje ku Artêşa Tirkiye ji bo rê li ber koçberbûnê bigire tiştê dikeve ser milê wê pêk tîne û hebûna hêzên Tirkiyê di çarçoveya rêkevtinên Astana û Soçiyê de ye.

Çelîk destnîşan kir ku hêzên hikûmeta Sûriyê bi awayeke sistematîk êrişî leşkerên Tirkiyê dike û got: “Li aliyê qat bi qat zaîyat heye. Hêzên me yên çekdar dê zanyariyên pêwîst belav bikin. Pêşhateyên li herêmê ji nêzîk ve têne şopandin. Serokomarê me fermana pêwîst ji aliyên peywendîdar re ragihandiye.”

Berdevkê AK Partiyê Omer herwiha da zanîn ku ti behsa ew ji herêmê hêzên xwe vekişînin nîne.

Artêşa Sûriyê îro li sînorê parêzgeha Idlibê pêgeheke artêşa Tirkiyê topbaran kir. Di encama topbaranê de 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûne.

Hefteya bihorî jî li Idlibê di êrîşeke artêşa Sûriyê de 8 kes ji hêzên Tirkiyê hatibûn kuştin.