Soylu bo HDPê: Yê bihêle hûn bimeşin ne zilam e

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), amadekariyan dike ku di 100emîn roja greva birçîbûnê ya Leyla Guven de li 15 bajaran meşan organîze bike û biçin Amedê. Derbarê meşê de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê jî gef li HDPê xwar û got ku ew rê nadin wan.

 

HDPê berî niha ragihandibû ku roja 15ê Sibatê di 100emîn roja greva birçîbûnê ya Leyla Guven de li 15 bajarên cuda meş tên destpêkirin.


Meşên ku dê li Colemêrg, Wan, Qers, Îdir, Bedlîs, Agirî, Mûş, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Êlih, Dêrsim, Çewlîg, Dîlok û Rihayê destpê bikin, dê li ber deriyê mala Guven a Amedê bidawî bibin.


Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî îro derbarê çalakiyan de ragihand ku yê bihêle hun bimeşin ne zilam e û got: "Niha ji ber Apo di hundir de qaşo dê parlamenter li vî alî û wî alî dest bi meşê bikin. Yê bihêle hûn bimeşin ne zilam e."