Akdogan: Gelek nemaye pêvajo bigihê encamê

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Yalçin Akdogan got ku pêvajoya çareseriyê gihiştiye qonaxeke baş û gelek nemaye bigihê encamekê.

 

Yalçin Akdogan beşdarî bernameyek  televîzona Starê bû û derbarê rojevê de axivî.

 

Akdogan wiha got: “Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de gavên baş hatine avêtin û divê mirov hêviyên xwe xurt bike. Ango divê meriv hertim reşbîn nebe, tiştên erênî bigere. Em niha nêzîkî encameke başin ji bo pêvajoyê.”

 

Akdogan diyar kir ku, divê di rêvebirina pêvajo  de hemû kesê hay jê xwe û gotinên xwe hebe û wiha got: "Hikûmet di vê mijarê de jî biryardar e û îradeya wê ya xurt heye. Hevdîtin dewam dikin. Ezê jî vê hefteyê dîsa bi şanda HDPê re hevdîtinê bikim. Emê li ser qonaxa ku em derbas bûnê binirxînin."

 

Akdogan li ser pirsa "Gelo Ocalan wê banga çekdanînê bike?" wiha got:

“Jixwe armanca pêvajoya çareseriyê danîna çekan û qutbûna terorê ye. Ev yek meseleyê ji binî ve çareser dike. Ev pêvajo ji bo vê ye. Mebesta hevdîtinan jî ev e.”