Hewlêr (Rûdaw) - Saeta hevdîtina heyeta DEM Partiyê û hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê eşkere bû.
Heyeta DEM Partiyê dê sibê li Girtîgeha Edîrneyê Selahattîn Demîrtaş û 12ê vê mehê jî li Girtîgeha Kandirayê ya Kocaeliyê Fîgen Yuksekdagê ziyaret bike.
Li gorî agahdariya DEM Partiyê, "Hevdîtinên heyeta DEM Partiyê dê roja şemiyê saet 13:00an li Edîrneyê bi Demîrtaş re û roja yekşemê jî saet 13:00an li Kandîrayê bi Yuksekdagê re pêk werin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heyet piştî hevdîtinan dê ti daxuyaniyê nede û wiha hat gotin:
"Tê plankirin ku daxuyanî bi awayekî berfireh û paşê bê dayîn."
Serokê Partiya Hareketa Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an bangî PKKyê kiribû ku çekan deyne û bangî Abdullah Ocalan jî kiribû ku "bi mafê hêviyê" were li parlamentoyê biaxive.
Heyeta DEM Partiyê ya ku ji Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê pêk dihat 28ê Çiriya Pêşîn a 2024an bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî.
Heyeta DEM Partiyê piştî wê hevdîtinê peyama Abdullah Ocalan belav kir û tevî Ahmet Turk 2yê vê mehê bi partiyên siyasî yên li parlamentoyê re dest bi hevdîtinan kir.
Li gorî zanyariyan, heyeta DEM Partiyê dê piştî hevdîtina bi hevserokên berê yên HDPyê re li ser naveroka hevdîtinan xwe daxuyaniyekê ji raya giştî re eşkere bike û dê careke din biçe Îmraliyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse