Parlamenterê CHPyê: Rojnameger di bin zext û zorê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Eskişehirê Utku Çakirozer ragihand ku li Tirkiyeyê rojnamegern di bin zext û zorê de ne.

Utku Çakirozer, bi helkefta 10ê Kanûna Paşînê Roja Rojnamegerên ku Dixebitin rapora sala 2023yan a binpêkirinên li dijî rojnamegeran eşkere kir.

Utku Çakirozer got,“Li Tirkiyeyê rojnameger di roja 10ê Kanûna Paşînê Roja Rojnamevanên ku Dixebitin de rûbirûyî tabloyeke reş in.

Di nav salekê de rojnameger 563 caran hatine darizandin û wan parastina parvekirinên medyaya civakî kiriye.

72 rojnameger hatin desteserkirin û 27 ji wan ji ber nûçeyên ku çêkirine hatine girtin.”

RTUKê 59 caran ceza da

Çakirozer da zanîn ku sala 2023yan Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (RTUK) bûye darê zorê yê desthilatê û wiha domand:

“RTUKê 59 caran ceza da, kanal hatin girtin, li 6 kanalan cezayê bi milyonan pere hat birîn.

Yasaya Sansurê sala 2023yan ket warê bicihkirinê û rojnamegeran herî zêde ji vê yasayê zerar dît.

Piştî yasayê derbarê 33 rojnamegeran 36 lêpirsîn hatin destpêkirin, 6 rojnameger hatin desteserkirin û 4 ji wan hatin girtin.”

Tirkiye di rêza 165emîn de ye

Wî parlamenterê CHPyê herwiha got:

“Li Tirkiyeyê mijara astengkirina gihiştinê, mijara herî girîng e ku rê li ber azadiya medyayê ya rojnamegeran digire.

Her nûçeyeke gendelî û destdirêjiyê ya derbarê desthilatê, wezîr, parlamenter û rêvebirên wan ên xwecihî de hat astengkirin.

Wan rê neda gel van tiştan bixwîne û bizane. Çêkirina nûçeyên wan jî hat astengkirin.

Tirkiye li ser asta cîhanê di warê azadiya medyayê de di nav 180 welatan de di rêza 165emîn de ye.

Li gel nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî dê desthilat dîsa rojnamegeran bikin armanc.”