Erdogan û Sûdanî peywendiyeke telefonî pêk anîn

10-01-2023
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Irawê Mihemed Şiya Sûdadî peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyê di hevdîtinê de têkiliyên Tirkiye û Iraqê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de Erdogan aniye ziman ku ew di wê baweriyê de ye di heyama pêş de hevkariya dualî û herêmî dê di her warî de xurtir bibe.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Erdogan diyar kir ku "ew bi qasî ya Tirkiyeyê girîngiyê didin aştî, îstiqrar û yekparebûna axa Iraqê" û "Derxistina PKK'ê ji axa Iraqê pêwîstiyeke berjewendiyên ewlekariya Iraqê ye."

Li aliyê din Nivîsîngeha Ragihandina Serokwezîrê Irawê jî ragihandiye Serokkomatê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan peywendiyeke telefonî ligel Mihemed Şiya Sûdanî pêkaniye û herdû aliyan behsa peywendiyên di navbera Bexda û Enqerê de kirine.

Li gor daxuyaniyê, di peywendiya telefonî de li ser mijarên  hevhahangî û geşeya aborî, wergirtina tedbîrên xurtkirina sînorên hevbeş ên herdû welatan û karê hevbeş ji bo rûbirûbûna terorê gotûbêj hatine kirin.

Herwiha  di daxuyaniya Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê de hatiye gotin, Serokkomarê Tirkiyê bi awayek fermî Serokwezîrê Iraqê vexwedniye ku serdana Tirkiyê bike û beşdarî hevdîtina dîplomasiyê ya li Antalyayê bibe.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku di pewyendiya telefonî ya Erdogan û Sûdanî de  tekezî li ser wê yekê hatiye kirin ku pişka Iraqê ji ava  çemên Dicle û Firat bê dabînkirin û  behsa  berdewamîya hevkarîya bazirganîya dualî û veberanînê û beşdarîya kompanyayên Tirkiyê di projeyên binesazî û avedankirinê de li Iraqê hatiye kirin, bi taybet girêdana rêya asin a  di navbera bendera Faw a ji Besrayê ber bi axa Tirkiyê ve.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku Mihemed Şiya Sûdanî ji Recep Tayîp Erdogan re gotiye ku ew di derfeteke herî nêzîk de vexwendina wî qebûl dike û serdana Tirkiyê dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst