Ji ber mûçeyê karmendan rexne li desthilatê têne girtin

10-01-2023
Rawîn Stêrk
Desthilata Tirkiye mûçeya karmendan li gor rêje helewse ji sedî 30 zêde kiriye
Desthilata Tirkiye mûçeya karmendan li gor rêje helewse ji sedî 30 zêde kiriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye nîqaşên li ser zêdekirina muçeya karmendan berdewam dibe cihê nirx û rexneyan. Desthilata Tirkiye bi qasî 30 ji sedî mûçe zêde kirin lê him sendîka û him jî aborînas diyar dikin ku ew beşa ku hatiye zêdekirin heta bikeve destê xelkê jê çûye jî.

Ji ber zêdebûna helewse ferqa ku hatiye zêdekirin têra debarkirinê nake. Li hêla din beşeke aborînas û akademisyenan jî amaje bi wê yekê dikin ku desthilat hewl dide heta hilbijartinan herereta xelkê di kontrolê de bihêle lê gavên ku têne avêtin têra rêgiriya encamên peyranê nake.

Huseyîn Ozev ew 34 sal in mamoste ye. Bavê du zarokan e û yek li zanîngehê dixwîne. Mûçeya wî dora 11 hezar lîre ye. Ozev di heman demê de jî Berdevkê Platforma Şûbeyên Sendîkaya Karmendan e li Stenbolê. Li taxa ku lê niştecî ye xaniyên herî erzan dora 7-8 hezar lîre ne. Bihabûn û helewse jî pê re. Mûçeya wî jî weke karmendên din ji sedî 30 hate zêdekirin lê mamoste û sendikakar Ozevîn dibêje ku ew ne zêdekirin lê biçûkxistin û henek pêkirine.

Berdevkê Sendîkaya Karmendan Mamoste Huseyîn Ozev dibêje: “Dema tu diçî market an sêvzefiroşekî tu dibînî ku bihayê her tiştî roj bi roj çawa zêde dibe. Niha desthilat weke ku henekên xwe bi hemû karmendan bike radibe di vê rêjeyê de mûçeyan zêde dike. Bi rastî ew tinazkirin e bi karmendan. Têrkirina vê nûçeyê bi debara karmend, karker û xelkê li aliyekî, têra dabînkirina pêdiviyên rojane jî nake.”

Desthilata Tirkiye mûçeya karmendan li gor rêje helewse ji sedî 30 zêde kir. TUIK dibêje helewse 64.2 ye ji sedî. Lê li gor ENAGê rêjeya rastîn ji sedî 135.55 e. Nîqaş li ser wê derdikevin ku rêjeya TUIKê baweriya xelkê pê nema ye. Li gor aborînasan diviyabû zêdekirin ji sedî 50 kêmtir nebûya û ew vê zêdekirinê jî weke haziriya hilbijartinan dinirxînin.

Aborînas Prof. Oner Gunçavdî jî got: “Desthilat ew demeke dirêj e bi motîvasyonên siyasî meseleyên fînansî birê ve dibe. Ew nîşaneya bêçaretiyê ye. Dema tu zêdebûna helewse û hêza kirînê ya mûçeyan didî ber hev bi tu awayî hevûdin naşon. Dema ku we rê li ber vê yekê negirt wateya tu gavên ku têne avêtin jî namîne.”

Li gor zedekirina nû mûçeya herî kêm am karmendan gihîşt dora 10 hezar lîre ya herî zêde jî dora 38 hezar lîre ye. Hejmara karmendan bi giştî 5 milyon û 52 hezar kes e. Li gor pêşbîniyan ferqa di navbera zêdekirina mûçeyan û helewse de wê di nava 3-4 mehan de bihele.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst