Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn li ser 'Doza girtina HDP'ê daxuyanî da

10-01-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Doza Girtina HDPê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn di daxuyaniya xwe ya derbarê dosyaya girtina HDP'ê de got, "Partiya bersûc wek boruya leşkerkirina rêxistina terorê tevdigere."

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, piştî îfadeya devkî ya li Dadgeha Destûra Bingehîn, têkildarî doza girtina HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê.

Bekîr Şahîn, îro saet di 10:00 de ji bo doza girtina HDP'ê bi devkî ji heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn re behsa îdianameya derbarê dozê de kir.

Di civîna rojnamevanî de Şahîn got: “Me îdîanameya xwe ya 7ê Hezîrana 2021an, nêrîna xwe ya li ser esasê ya 29ê Mijdara 2021an û mijarên di daxwaza xwe ya nivîskî ya di 3ê Çile de ya blokekirinê dubare kirin. Me ragihand ku me bi hemû delîlan nîşan daye ku partiya bersûc bûye navenda kiryarên li dijî yekparçebûna dewletê. Têkiliya partiya bersûc a bi rêxistina terorê re rastiyek e tê zanîn. Ji aliyê hemû civakê ve ev tê zanîn. 85 milyon hemwelatî dipejirîne ku partiya doz li ser e, ji PKKê ne serbixwe û cuda ye, di bin kontrola wê de ye û organeke wê ye.”

Di berdewamiya axavtina xwe de Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind herwiha got: “Heta ku min nedîtiye kesekê bihîstîbe, endamên partiya bersûc ti caran PKK şermezar kiribin. Herwiha serokên partiya bersûc bi dîmen û dengên xwe bi eşkereyî radigihînin ku ew PKKê weke rêxistineke terorîst nabînin û wê weke tevgereke gel a çekdarî nas dikin. Jixwe di vê dosyayê de heye, me pêşkêş kiriye. Ev li ser televîzyon jî hatiye weşandin. We jî nîşan daye. Partiya bersûc wek boruya leşkerkirina rêxistina terorê tevdigere. Delîlê vê yekê ya herî mezin jî ew nobet in ku ji 3 salan zêdetir e malbatên ewladên wan bi darê zorê û yan jî bi xapandin revandine serê çiyê û li pêş avahiya HDPyê ya Amedê û avahiyên li bajarên din dewam dikin.”

Li ser pirsa "Pêvajo dê heta hilbijartinê biqede?" jî Şahîn got: “Ew li ser biryara dadgeha bilind e. Wezîfeya me îro qediya. Me hemû delîlên xwe pêşkêş kirin û dosya pêşkêş kirin. Ji bo me pêvajo temam bûye.”

Piştî parastina devkî ya rayedarên HDPê ya têkildarî astengkirina alîkariya Xezîneyê, raportorê ku têkildarî dozê agahî û belgeyan berhev dike, dê rapora xwe ya bingehîn amade bike. Piştî ku rapor li endamên Dadgeha Destûra Bingehîn bê belavkirin dê endam bên cem hev û di roja ku Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan diyar bike de biryarê bidin. Ji bo biryara girtinê were dayîn, ji 15 endamên Lijneyê Dadgeha Bilind, dengê êrê yê 10 endaman pêwîst e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst