DÎSK-AR: Amarên TUÎKê ne rast in

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolînan a DÎSKê (DÎSK-AR) ragihand ku rêjeya bêkariya li Tirkiyê %22.1 e û 8 milyon û 45 hezar kes bêkar in. Saziya Amarên Tirkiyê (TUÎK) îro Duşemê 10 Çileya 2022ê rêjeya bêkariyê wek %11.2 eşkere kir û hejmara bêkaran jî wek 3 milyon û 777 hezar nîşan da. DÎSK-ARê rexne li amarên TUÎKê girtin û got, rêjeya bêkariyê ji ya TUÎKê eşkere kiriye zêdetir e.

DÎSK-ARê bal kişande ser ferqa di navbera amarên TUÎK û Saziya Kar û Dîtina Karkeran (ÎŞKUR) de û got: “Bêkarî li gor pêş vîrûsê zêde bû. Rêjeya bêkariyê ya rast %22.1 e. 8 milyon û 45 hezar kes bêkar in. Bêkariya giştî li gor pêş virûsê Mijdara 2019an %18.5 bû, lê Mijdara 2021ê gehişte %22.1.”

`Amarên TUÎK û ÎŞKURê hev nagirin`

DÎSK-ARê got: “Li gor TUÎKê di navbera Mijdara 2020 û Mijdara 2021ê de hejmara bêkaran 284 kêm bûye û daketiye 3 milyon û 777 hezaran. Li gor ÎŞKURê jî di heman heyamê de tenê hejmara bêkarên tomarkirî 182 hezar zêde bûye. Kîjan rast e.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Veli Agbaba jî rexne li amarên TUÎKê girtin û got, di navbera amarên TUÎK û ÎŞKURê de nakokî hene. Veli Agbaba got: “TUÎK li ser amarên bêkariyê direve û ÎŞKÛR jî her meh dide pêy wê. 4 mehên amarên TUÎK û ÎŞKURê hev nagirin.”